"2 hezar û 756 kesî ji ber qedexeya derketina derva ceza xwar"

Wezareta Karên Navxweyî destnîşan kir li 31 bajaran welatiyan bi piranî li gor biryara qedexeya derketina derva hereket kirin û ji bo 2 hezar û 756 kesên li gor biryarê hereket nekirin kar û barên îdarî û edlî hatin kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin ku duh êvarê di saet 00.00an da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) qedexeya derketina derva hat îlankirin û wiha gotin: "Li 31 bajaran bi tevahî 63 milyon û 640 hezar welatiyên me bi piranî li gor biryara qedexeya derketina derva hereket kirin û li malên xwe man."

Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ji destpêka qedexeya derketina derva ji bo 2 hezar û 756 kesên li gor biryarê hereket nekirin kar û barên îdarî û edlî hatin kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin hewcedariyên wekî nan bi saya komên alîkariya civakî yên wefayê, rêvebiriyên herêmî, mixtar û esnafên firinan tên bicîanîn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE