''2 nexweşên me yên pêketiyên koronavîrusê taburcî bûn''

Wezîrê Tandirustiyê Fahrettin Koca: "(Koronavîrus) Nexweşekî me yê 65 salî, 8 rojan di beşa nexweşiyên giran de ma, duh taburcî bû. Nexweşekî me 60 salî îro taburcî bû."

''2 nexweşên me yên pêketiyên koronavîrusê taburcî bûn''

Wezîrê Tandirustiyê Fahrettin Koca û Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê daxuyanî dan.

Wezîr Koca anî ziman ku îro zanist ji bo koronavîrusê nikare sozên mezin bide û got, "Ev dijmineke nû yê tendirustiya mirovan e ku hê sirra wê nehatiye fêmkirin. Têkoşîna ku em dijî koronavîrusê didin, serkeftina wê girêdayî me ye. Hejmara pêketiyên kesên navsalî kêm nîn e. Vîrus ciwan, navsal û ixtiyaran ji hev venaqetîne. Di serî de refleksa xweparastinê tevî her tiştî me dike xwedî avantaj. Derketina texrîbata cixareyê bi vê nexweşiyê (koronavîrusê) di rîskê de ye. Heke em pabendê rênimayan bin, dê bêrîkirina me ya ji bo derve dirêj najo."

Wezîr Koca ji bo navberdayîna perwerdeyê wiha got, "Vê sepanê weke tatîl nebînin, bi zarokan jî wisa bidin fêmkirin. Bila ji dersê xwe nemînin. Dê navber bê dirêjkirin."

Koca got, "Hejmara nexweşan, testên ku hatin kirin, pêketî, hejmara nexweşên giran, hejmara ên ku rehet bûn, bi daneyên dijîtal bi rojanekirinên rojane dê werin parvekirin. Nexweşekî me yê 65 salî, 8 rojan di beşa nexweşiyên giran de ma, duh taburcî bû. Nexweşekî me 60 salî îro taburcî bû. Ne lazim e ku temamê 83 milyonî testê bike, sepaneke wisa li cîhanê nîn e ku bêjin bila herkes testê bike. Bi taybet dê jiyana bi kontrol çawa be, temasa minîmal çawa ye, di vî warî de jî xebat tên kirin."

Wezîrê Tendirustiyê Koca derbarê dermanên ku ji Çînê hatin got, "Dermankirina 136 nexweşên beşa giran bi vê na destpê kir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE