"2 êrîşkarên bi moşekan va êrîşî Hewlêrê kiribûn hatin girtin"

HKIyê daxuyand 2 êrîşkarên bi moşekan va êrîşî Hewlêrê kiribûn hatin girtin

"2 êrîşkarên bi moşekan va êrîşî Hewlêrê kiribûn hatin girtin"

Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 15ê sibatê da bi moşekan va êrîşî bajêr û Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatibû kirin ku 2 êrîşkarên vê bûyerê hatin girtin.

Hêzên dijî terorê yên girêdayî Ajansa Ewlehiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) der barê êrîşên li Hewlêrê hatibûn kirin da daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê da hat gotin piştî lêkolînan hat tesbîtkirin ku êrîş ji hêla 4 kesan va hatiye kirin ku ji wan êrîşkaran Heyder Hemze Ebas Mistefa Bayatî hatiye girtin.

Hat gotin piştî îfadeya Bayatî êrîşkarekî din jî hatiye girtin û ji bo 2 êrîşkarên din jî bên girtin xebat dewam dikin.

- Moşekên Îranê çêkirine hatin bikaranîn

Vîdeoya îfadedayîna Bayatî hat weşandin û tê gotin ku di êrîşan da moşekên Îranê çêkirine hatine bikaranîn.

Bayatî di vê vîdeoyê da wiha dibêje: "Min kesekî navê wî nayê eşkerekirin yê girêdayî Ketaîb Seyîd Şuheda ye nas kir. Beriya êrîşê me moşekên Îranê çêkirine di wesayîtê da bi cih kir."

Rêxistina Ketaîb Seyîd Şuheda di bin banê Heşdî Şebiya nêzîkî Îranê da ye.

- Êrîşên li hemberî Hewlêrê

Di 15ê sibatê da bi 14 moşekan va êrîş li hemberî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û bajêr hatibû kirin.

Di êrîşê da xebatkarekî bipeyman hatibû kuştin, jê 3 sivîl, 5 personelên bipeyman û eskerekî Amerîkayê tevahî 9 kes jî birîndar bûbûn.

Ji van birîndaran kesek jî paşê li nexweşxaneyê miribû.

Di êrîşa li ser baregaha eskerî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê da jî jê yek giran 3 kes birîndar bûbûn.

Serokwezîr Mistefa el-Kazimî telîmat dabû ku der barê êrîşê da lêkolîn bê kirin.

Berpirsyariya êrîşê rêxistina "Saraya Evliya ed-Dam" a ku li Iraqê navê wê berê nehatiye bihîstin hildabû ser xwe.

Piştî êrîşê di hin nûçeyên herêmî û navneteweyî da hatibû gotin ku tiliya Îranê di vê êrîşê da heye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE