Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê çalakiyên ku di 2014an da bi behaneya Kobaniyê hatin lidarxistin da dimeşîne da 20 kesên ku hatin binçavkirin, piştî kar û barên li ewlehiyê sewqî edliyeyê kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê çalakiyên ku di 2014an da bi behaneya Kobaniyê hatin lidarxistin da dimeşîne da piştî ku ji bo 82 bersûcan biryara binçavkirinê hat derxistin, li 7 bajaran operasyon hatibû kirin û 20 bersûc bi destê ekîbên têkoşîna terorê hatibûn girtin. Hevserokên Giştî yên HDPyê yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu jî di çarçoveya vê lêpirsînê da girtî ne.
Gumanbar piştî karên li ewlehiyê sewqî edliyeyê kirin.
Bersûc ji aliyê tenduristiyê va hatin kontrolkirin. Dibe were xwestin ku dema binçavkirina bersûcan were dirêjkirin, hat gotin ku îhtimala dirêjkirina binçavkirinê heye.
Ji aliyê din va hat gotin ku Ayhan Bîlgen û 2 gumanbarên din wexta ku li Midûriya Ewlehiyê ya Ebqereyê binçavkirî bûn, ji ber xwurek jehriyê ketine û ew birine nexweşaneyê û tedawî kirine.
AA