"200 sal jî derbas bibe ezê terka vê derê nekim''

Nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê dewam dike...

"200 sal jî derbas bibe ezê terka vê derê nekim''

Nobeda dayikên Diyarbekirê ya li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin ku zarokên wan ên revandine çiyê li wan bên vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiyê hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiyê partiyê dabûn destpêkirin ket roja 273yemîn.

Dayik Ayten Elhamana ku ji bo kurê xwe Bayramê ku 2 sal e ji wî tu xeber hilnedaye beşdarî çalakiyê bûye wiha got: "200 sal jî derbas bibeezê terka vê derê nekim. Em heta mirinê hatin vir. Em bimirin jî, bimînin jî wek dayik em li vir in."

- "Kurê min were ez li benda te me"

 Elhamanê bangî kurê xwe kir û wiha axivî: "HDPyê hûn xapandin û birin. Werin teslîmê destê dewleta me bibin. Dewlet her tim li cem me ye, werin teslîm bibin. Kurê min were ez li benda te me. Kurê min tu nixûriyê min î, min pir beriya te kiriye. Ew bê wî, ew jî bê min nedibû. Lê çi kirin û nekirin kurê min xapandin. Ez bangî hemû ciwanan dikim. Bila bi HDPyê û şaxa wê ya ciwanan nexapin. Min dixwest çavê min li rêya eskeriya wî be, divê ew niha esker baya. Çima ew xapandin?"

- "Ezê heta dawiyê çalakiyê bidomînim"

Omer Tokayê ji bo kurê xwe yê Mehmet ê 9 sal berê dema 14 salî bû revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî got duh li ber derê mala wî li wî gef hatiye xwarin.

Tokay wiha axivî: "Duh ez li ber derê mala xwe bi hevalên xwe ra rûniştîbûm. Kesekî li ber derê mala min derbas dibû ji min ra got 'Te me rezîl kir'. Min jî got 'Tu kî yî?". Ji min ra got 'Ez di nav Şaxa Ciwanan a HDPyê da me'. Paşê wêneyê min kişand û got 'Ezê wêneyê te ji PKKyê ra bişînim, çi hewce bike ewê bikin'. Min giliyê wî li polêsan kir. Ekîba polêsan heman hat û ew binçav kirin. Ezê heta dawiyê çalakiyê bidomînim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE