"23yê Hezîranê gelê Stenbolê dê bersiva pêwîst bide"

Serok Erdogan got, "Dê gelê Stenbolê 23yê Hezîranê bersiva pêwîst bide dizên dengên sindoqan û ewên ku tehdîda derbeyan dikin."

"23yê Hezîranê gelê Stenbolê dê bersiva pêwîst bide"

Serokê Komara Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Tevî ku heta serdema me ti kesî di warê cîhana sînemayê de serrestkirine qanûnî nekiriye, me kir. Ji bo vê ji aliyekî ve tuyê bê spasiya me bikî û dû me rejî tê biçî bi wan re şeqşeqvaniyê bikî. Emê vê çawa pênase bikin, bi çi şîrove bikin."

Erdogan li Meydana Teqsîmê beşdarî bernameya "Fitara Kevneşopî a Beyogluyê" bû û gotarek pêşkêş kir.

Serokomar Erdogan got, "Ew zatê li serê mixalefeta sereke, çawa tehdîdan dike, li holê ye. 138emîn madeya destûrê binpê dike, lê kes deng nake. Nikarê îma yê jî bike, ne ez dibêjim, destûra bingehîn dibêje. Ev eşkere tehdîdan dikin."

Erdogan got, "Dê gelê Stenbolê 23yê Hezîranê bersiva pêwîst bide dizên dengên sindoqan û ewên ku tehdîda derbeyan dikin. Îradeya Millî hemî tiştê me ye, emê heya dawî berevaniyê lê bikin. Emê qet misadê nedin heweskarên wesayetê ku bi tevlêdanê, hewl didin rewşeke li gor xwe amade bikin. Pêwistiya Stenbolê û bi 80 wîlayetê xwe Tirkiyeyê bi milletê ku 15ê Temmûzê canê xwe dan berçavê xwe û li îstiqlal û îstiqbala xwe xwedî derketin heye, ne bi darbehezan."

Serok Erdogan wiha axivî, "Take welatê ku siyasetmedarê ji sindoqê ditirsin lê hene welatê me ye. Di esil de heke li cihekî hilbijartin hebe, têkçûn jî tê de hebe, wate li wêderê demokrasî çalak e. Ev bênesîbên ji demokrasiyê çi dikin bila bikin, emê guh nedine wan û heta heta berevanên sindoqê û îradeya millî bin. Em gelekî kêfxweş in ku 23yê Hezîranê careke din emê hakemtiya gelê xwe bikin. Ji bo Stenbolê xeyal û projeyên me yên gelekî mezin hene."

Erdogan got, "Tevî ku heta serdema me ti kesî di warê cîhana sînemayê de serrestkirine qanûnî nekiriye, me kir. Ji bo vê ji aliyekî ve tuyê bê spasiya me bikî û dû me rejî tê biçî bi wan re şeqşeqvaniyê bikî. Emê vê çawa pênase bikin, bi çi şîrove bikin. "Hunermend ji hunera xwe diaxive, naçe ji vana re qirdiktiyê nake."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE