24 terorîstên ji rêxistinê revîn teslîm bûn

Herekata Kaniya Aştiyê ya li ser rojhilatê Feratê wekî ku hatibû pîlankirin bi serkeftî dewam dike, terorîstên ku dîtin çareyeke din di destê wan da nemaye jî dest pê kirin sîlahan datînin.

24 terorîstên ji rêxistinê revîn teslîm bûn

 Herekata Kaniya Aştiyê ya li ser rojhilatê Feratê wekî ku hatibû pîlankirin bi serkeftî dewam dike, terorîstên ku dîtin çareyeke din di destê wan da nemaye jî dest pê kirin sîlahan datînin. Di 24 saetên dawîn da 24 terorîst teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekriyê hatin sitandin, Herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tirkiyeyê li rojhilatê Feratê li dijî terorîstan da destpêkirin wekî ku hatibû pîlankirin bi serkeftî dewam dike.

Tirkiye di çarçoveya mafên hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) yên ji bo têkoşîna dijî Terorê û "mafê midefeya meşrû" ya xala 51î ya Peymana NYyê herekatê dike û rêzê nîşanî yekîtiya erdê Sûriyeyê dide.

Artêşa Tirkiyeyê wekî herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê di Herekata Kaniya Aştiyê da jî sitargeh, holik, kozikên sîlahan, wesayît û sîlahên terorîstan dixe hefef.

Di çarçoveya herekatê da ji bo sivîl, kesên bêguhen û saziyên dînî, çandî, dîrokî yên li herêma herakatê û binesaziya herêmê zirarê nebînin û tiştek bi endamên welatên dost û mitefîq neyê Tirkiye bi hesasiyet tev digere.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hatibû diyarkirin ku di çarçoveya herekatê da 480 terorîst hatine berterefkirin.

- Bêçare dimînin û ji rêxistinê direvin

Herekata Artêşa Tirkiyeyê li qadê pêş dikeve û hin terorîstan dest pê kirin direvin.

Piştî ku ji beja û hewayê hedefên terorîstan yekoyeko hatin lêxistin terorîstê bêçare man sîlahên xwe hîştin û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Hat ragihandin ku 24 terorîst teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Tê gotin ji ber ku reva ji rêxistinê zêde bû serkeşên bêçare man ji bo pêşî li revê bibirin bi hin rêyan dest bi "înfaza nav rêxistinê" kirin.

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE