2.pakêta Kovîd-19ê ya Turkiyeyê gihişt DYAyê

Duyemîn balafira eskerî ya ku alîkariyên tibbî yên Tirkiyeyê vediguhêze DYAyê xwe li Baregeha Asîmanî ya Andrewsê danî.

2.pakêta Kovîd-19ê ya Turkiyeyê gihişt DYAyê

Duyemîn balafira eskerî ya ku alîkariyên tibbî yên Tirkiyeyê vediguhêze DYAyê xwe li Baregeha Asîmanî ya Andrewsê danî.

Balafira neqliyeyê ya aidî Artêşa Tirkiyeyê ku li ser fermana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan alîkariyên tibbî vediguhêzê DYAyê bi dema herêmî saet 16.20an (BDT: 23.20) xwe li Baregeha Asîmanî ya Andrewsê a nêzîkî Washingtona paytex, danî.

Piştî pakêta yekemîn a ku roja sêşembê gihişt, pakêta duyemîn a alîkariyê bo DYAya ku lê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê milyonek derbas kiriye û hejmara mirinan jî gihiştiye nêzîkî 64 hezarî, hat teslîmkirin.

Li ser koliyên alîkariyê yên ku li baregehê hatin daxistin, tevî forsa Serokomariyê, alayên Tirkiyeyê û yên DYAyê, bi Tirkî û Ingilîzî gotina Mewlanayê Romî ya "Di pişt bêhêvîbûnê de gelek hêvî hene. Di pişt tarîtiyê de gelek ronahî hene." hatibû lêkirin.

Hat destnîşankirin ku di koliyên alîkariyê de her wekî koliyên pêştir maske, tulum, dezenfektan, sîperkên berçavan, berçavkên parastinê û kelûpelên bi vî rengî hene. 

Balafirên neqliyeyê yên Artêşa Tirkiyeyê berî nuha jî alîkarî veguhastibûn welatên weke Îtalya, Îspanya, Makedonya, Montenegro, Sirbistan, Bosna Hersek, Kosovo, Îngiltere û Somaliyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE