3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

3 malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bûn

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiyê didomînin û 3 malbatên din jî beşdarî çalakiyê bûn.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 997emîn da dewam dike.

Cemal Hanê bavik ji Vartoya navçeya Mûşê hat û seba keça xwe ya ku 7 sal berê di 16 saliya wê da revandin serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû. Yeslîbe Toprak ji Beşîriya navçeya Batmanê hat û seba Muratê kurê xwe yê ku birin serê çiyê beşdarî çalakiyê bû. Mehmet Can Guvenç jî ji Mûşê hat û seba kekê xwe yê Mehmet Şah beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Cemal Hanê bavik daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, keça wî di 2015an da lîse dixwend û ew xapandin û revandin serê çiyê. Han wiha dewam kir, "Ji wê demê vir va me tu xeber ji keça min hilneda. Keça min li ku derê be bira xwe bigihîne me. 7 sal e ne şeva me şev e, ne roja me roj e. Ez keça xwe dixwazim."

Yeslîbe Topraka dayik jî got ku kurê wî yê 21 salî hat xapandin û birin serê çiyê, wan tu xeber jê hilneda.

Toprakê daxuyand ku ew wekî malbat perîşan bûn û wiha dewam kir, "Kurê min xeberekê bide me. Em dengê te bibihîzin û bizanin ku tu baş î. Em ji te pir hez dikin. Êdî were, min pir bîra te kiriye. Tu hîç me nafikirî?"

Mehmet Can Guvenç jî seba kekê xwe hat û diyar kir, kekê wî çû Stenbolê û paşê wan tu xeber jê hilneda û wiha dewam kir, "Diya min û bavê min perîşan in. Hê hêviya wan heye. Ez kekê xwe dixwazim. Înşeallah wê me bibîne û bi me ra bikeve têkiliyê. Dewleta me çi ji dest tê, dike."

Dayik û bavikên ku çalakiyê dikin, di eleyhê HDP û PKKya rêxistina terorê da duruşme berz kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE