3 wezîfedarên TCDDê ên ku bi hinceta di qezaya Trena Bilez (YHT) ya Enqereyê da qusûra wan heye hatin binçavkirin, piştî îfadedayîna wan a li emniyetê sewqî edliyeyê kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna qezaya trena bilez û lokomotîfa klavuz a li îstgeha Marşandîzê a li Yenîmahalleyê çêbû da bi hinceta ku qusûra wan heye karmendê hereketê S.Y, meqeskar O.Y. û kontrolkar E.E.E hatin binçavkirin û piştî ku li Amirtiya Buroya Cinayetê ya Midûriya Şaxa Asayîşê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê îfadeya wan hat hildan, li nexweşxaneyê hatin kontrolkirin.
Gumanbar paşê sewqî edliyeyê kirin.
Trena Bilez a ku sefera Enqere û Konyayê dike di 13ê berfanbarê da li lokomotîfa klavuz qelibîbû û di qezayê da 9 kes miribûn.
AA