33 salan Hikûmdarê Osmaniyan bû

Haqanê Mezin Abdülhamitê 2. di salvegera wefata xwe de tê bibîranîn

33 salan Hikûmdarê Osmaniyan bû

10ê Sibatê salvegera 2emîn Siltan Abdûlhamîd e. Siltan Abdûlhamîd ji bo împaratoriya ku hêza xwe winda dikir li ser piyan bimîne, 33 salan rêvebirî kir. Navenda Darûlacezeyê vekir, projeyên ku îro hatin çêkirin hazir kirin. Di vê roja taybet de pisporan behsa Siltan abdûlhamîd kir. Hemû jî dibêjin; hêj gelek kesan ew tam fehm nekirine.

Di sala 1876an de hikûmdariya Osmaniyan bi dest xist. Padîşahê 34emîn, di rojên herî dijwar ên împaratoriyê de 33 salan rêvebirî kir.

Abdûlhamîd di heyama xwe de ji bo împaratoriya Osmanî li ser piyan bimîne ku her roj lawaz dibû, gelek li ber xwe da.

Wê demê hêzên emperyalîst plan dikirin ku Quds jî di nav de axên Osmaniyan dagir bikin. Lê Abdûlhamîd li ber zordariyên wan serê xwe netewand û hemû teklîfên wan red kirin.

Siltan Abdûlhamîd ji aliyekî ve ji bo parastina yekîtiya Osmaniyan hewl da ji aliyê din ve jî projeyên mezin çêkirin.

Dewletên rojavayî ji bo ku Haqanê Mezin ji hikumdariyê deynin gelek hewl dan, propagandaya reşkirinê meşandin.

Her wiha dijminên biyanî û yên ji hundir pan kirin ku wî bikûjin.

Li gorî pisporan Siltan Abdûlhamîd bi projeyên xwe yên darûlaceze û Marmarayê, reformîstekî mezin e.

Her wiha pispor dibêjin, Siltan Abdûlhamîd bi salan e nehatiye fehmkirin.

Ji ser wefata wî re sed sal derbas bûbin jî projeyên Abdûlhamîd hêj jî tesîrê li ser pêşarojê dikin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE