''335 rêwiyên hatin welatê me di îzolasyonê da ne''

Wezîrê Tenduristiyê Koca: 335 rêwiyên hatin welatê me di îzolasyonê da ne

''335 rêwiyên hatin welatê me di îzolasyonê da ne''

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand testa 335 rêwiyên ji Îngiltere, Hollanda, Danîmarka û Afrîkaya Başûr hatine her çiqas negatîf derketibe jî ji bo tevdîrê wan rêwî hildane îzolasyonê.

Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê got ji ber ku li Îngiltereyê hatiye tespîtkirin vîrusa koronayê guheriye û mutasyon çêbûye wan jî hin tevdîr hildane.

Koca got şeva 20ê çileya pêşîn hemû seferên balafiran ên ji Îngiltere, Hollanda, Danîmarka û Afrîkaya Başûr tên Tirkiyeyê hatine rawestandin, kontrola tenduristiyê ya 335 rêwiyan hatiye kirin û testa wan a PCRê hatiye kirin.

Wezîr Koca anî ziman her çiqas testa rêwiyan negatîf derketibe jî wan rêwî hildane îzolasyonê û wiha axivî: "Roja ewil û ya 7emîn testa PCRê ya rêwiyan tê kirin. Her çiqas testa rêwiyan negatîf derketibe jî hemû rêwî di îzolasyonê da ne. Ji 14ê çileya pêşîn vir va testa hemû rêwiyan yên ji Îngiltereyê tên hatin kirin. Agahiya 4603 rêwiyan di pergalê da hatin qeydkirin û ew li navnîşanên wan an jî otelên ku lê dimînin di îzolasyonê da man."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE