366 welatiyên Tirkiyeyê li Diyarbekir û Batmanê li wargehan hatin bicihkirin

Di çarçoveya tevdîrên li hemberî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 366 welatiyên Tirkiyeyê yên li Bexdaya paytextê Iraqê bûn anîn Tirkiyeyê, li Batman û Diyarbekirê di wargehan da hatin bicihkirin.

366 welatiyên Tirkiyeyê  li Diyarbekir û Batmanê li wargehan hatin bicihkirin

Di çarçoveya tevdîrên li hemberî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 366 welatiyên Tirkiyeyê yên li Bexdaya paytextê Iraqê bûn anîn Tirkiyeyê, li Batman û Diyarbekirê di wargehan da hatin bicihkirin.

Li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi kordînasyona Alîkarê Serokomar Fuat Oktay xebatên texliyeyê ya bi hevkariya Wezareta Karên Derva, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Binesazî û Gihandinê tê meşandin 366 welatiyên Tirkiyeyê ên li Bexdaya paytextê Iraqê bûn anîn Tirkiyeyê.

Welatiyên ji Deriyê Sînor ê Xaburê ya nêzîkî Silopiya navçeya Şirnexê ra ketin welêt, ji kontrola tenduristiyê derbas bûn.

Piştî kontrolê ji bo ku ew 14 rojan li wargehên Saziya Wargehan a Krediyê di karantînayê da bimînin li otobêsa siwar bûn ku herin Diyarbekir û Batmanê.

- Li Diyarbekirê bi def û zirneyê pêşwazî kirin

Wealtiyên gihîştin Diyarbekirê li ber Wargeha Xwendekarên Kurîn a Xalid Bîn Welid bi def û zirneyê hatin pêşwazî kirin.

Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Cîhan Tekîn, Midûrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Demir û tîmên AFAD û UMKEyê bi welatiyan ra ji nêz va eleqedar bûn.

Welatiyên maske dan ber devê xwe û lepik xistin destê xwe piştî pîvandina agirê wan ketin wargehê.

- "Hûn bi xêr hatin welatê xwe"

Midûrê Bajêr ê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Şafî Ozperk û ekîbên AFADê li pêşiya Wargeha Xwendekarên Keç a Batmanê ya girêdayî Midûriya Bajêr a Werziş û Ciwaniyê pêşwaziya welatiyên Tirkiyeyê yên ku hatin Batmanê kirin.

Ekîbên AFADê gotin ku "Hûn bi xêr hatin welatê xwe. Înşellah em ê piştî 14 rojan bi remezanê ra du eydan bibînin."

Midûrê Bajêr ê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Şafî Ozperk jî diyar kir ku bi destê hikûmetê berî remezanê texliyekirina welatiyên Tirkiyeyê didome.

Ozperk got ku "Em ê welatiyên xwe yên ku hatin 14 rojan hildin bin karantînayê û wan bikin mêvan. Mêvan danîn odeyên wan. Şaxa Heyva Sor a Batmanê jî dê seranserê 14 rojan rojê 3 dan xwarinê bide mêvanan. Em jî mazûvantiya wan dikin." Ozperk ragihand ku ekîbên Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr dê pêş kontrola tenduristiya welatiyan bikin.

Ozperk qal kir ku mêvan dê li odeyên ji bo kesekî bimînin, hemû hewcedariyên wan dê bê pêkanîn û wiha axivî:

"Em girîngiyê didin paqijiya hem mêvanên ku hatin hem jî yên ku dê peywirê bikin. Em ê guh bidin rêbaza mesafeya civakî û bi ekîpmanên parêzkar ên din ra xizmetê mêvanên xwe bikin. Em ê mêvanên xwe bi awayê herî baş biezimînin û bi awayekî baş wan ber bi bajarên wan va oxir bikin. Welatiyên me dema ku karantîna xilas bû dê bi wesayîtên AFADê bigihînin bajarên wan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE