Di çarçoveya tevdîrên li hemberî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da rayedaran 366 welatiyên Turkiyeyê yên li Bexdaya paytextê Iraqê bûn anîn Turkiyeyê .
Li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi kordînasyona Alîkarê Serokomar Fuat Oktay xebatên texliyeyê ya bi hevkariya Wezareta Karên Derva, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Binesazî û Gihandinê tê meşandin 366 welatiyên Tirk ên li Bexdaya paytextê Iraqê bûn anîn Turkiyeyê .
Welatî ji Deriyê Sînor ê Xaburê ya nêzîkî Silopiya navçeya Şirnexê re ketin welêt, kontrola wan a tenduristiyê dewam dike.
Piştî kontrolê ewê 14 rojan li wargehên Saziya Wargehan a Krediyê bimînin.AA