40 namzetên şaredariyê yên AK Partiyê

Serok Erdogan namzetên şaredariyê yên AK Partiyê yên 40 bajaran aşkere kirin...

40 namzetên şaredariyê yên AK Partiyê

Serok û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna danasîna namzetên şaredariyê de axivî û 40 namzet aşkere kirin.

Ji axaftina Serok Erdogan:

Erdogan: "Serokê Giştî yê MHPê Birêz Devlet Bahçelî îro careke din eşkere kir ku ew li ser rê û rêgezên Îtifaqa Cumhur e û mala wî ava."

"Birêz Bahçelî ji bo piştgiriyê bide AK Partiyê li Stenbol, Enqere û Îzmirê namzet nîşan neda ji bo vê biryarê ez sipasiya wî dikim."

"Îtifaqa Cumhur ji bo me yek ji xalên sereke yên têkoşîna beqayê ye û em careke din beyan dikin ku em girêdayî wê ne."

 "Danezana xwe ya hilbijartinê înşallah meha pêş me piştî ku me hemû namzetên xwe îlan kir emê pêşkêşî teqdîra miletê xwe bikin."

"Bi gotina Birêz Bahçelî em dizanin ku li hember "îtifaqa zîletê" ya di hilbijartina 31ê Adarê da li dijî Îtifaqa Cumhur sekinîbû barê me çiqasî giran e."

 "Di nav vê îtifaqa melûm (Îtifaqa Milet) da ji welatperweriyê bigir heta dijî neteweperweriyê çi bibêjî heye. Ji îtifaqeke wiha ya ku rêxistina terorê di nav da ye qet îtifaqa neteweyî dertê? Ji nav rêxistinbûneke wiha ya ku rêxistina terorê pêştevaniyê didê qet welatperwerî derdikeve?"

"Em li pey nînin ku gel bixapînin, armanca me ew e ku dilê gel bikin. Me beriya her tiştî têkoşîn da ku dilan feth bikin."

"Niha em diçin hilbijartineke nû, ji bona 31ê Adara 2019an dirûşma m e eşkere ye, lê em ê bi hev ra manîfestoya xwe ya hilbijartinê eşkere bikin. Taybetiya herî muhim ya heyama nû ew e ku em şaredariyên xizmetê bi şaredariyên dilsoziyê derdixin asteke bilindtir."

"Di her hilbijartinê da hedefa AK Partiyê ew e ku heta ji dest were ji sedî sed rayan bigire. Em çiqas nêzîk bibin em ewqasî serkeftî ne." 

"Di bin banê AK Partiyê da ji bo kesên qure, pozbilindiyê dikin, milet piçûk dibînin û bi nexweşiya ji gel dûr sekinînê ketine, tuneye."

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serok Erdogan diyar kir ku di hilbijartina herêmî da namzetê partiya wan ê Şaredariya Adiyemanê Suleyman Kilinç e.

Serok Erdogan diyar kir di hilbijartina herêmî da namzetê partiya wan yê Şaredariya Amasyayê Cafer Ozdemir û li Antalyayê jî Menderes Turel e.

Erdogan diyar kir ku AK Partî ji bo Erdexanê Yunus Baydar, ji bo Artwînê Mehmet Kocatepe, ji bo Bartinê Yusuf Ziya Aldatmaz wekî namzet nîşan dide.

Erdogan diyar kir ku ji bo şaredariya Batmanê Murat Guneştekîn, ji bo Bayburtê Fatîh Yumak û ji bo Bitlîsê jî Nesrullah Tanglay wek namzet nîşan dan.

Erdogan diyar kir ku di hilbijartina herêmî da namzetê partiya wan ê şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Cumalî Atîla ye.

Erdogan got ku ji bo Elezîzê Şahîn Şerefogullari, ji bo Erziromê Mehmet Sekmen û ji bo Gazîentabê jî Fatma Şahînê wekî namzet nîşan didin.

Erdogan diyar kir ku di hilbijartinên herêmî da namzetê wan ê ji bo Hekariyê Cuneyt Epcîm e.

Serok Erdogan eşkere kir ku di hilbijartina herêmî da namzetê partiya wan yê Şaredariya Kahramanmeraşê Hayrettîn Gungor e.

Serok Erdogan eşkere kir ku di hilbijartina herêmî da namzetê partiya wan yê Kilîsê Mehmet Abdî Bulut û yê Meletiyê jî Selahattîn Gurkan e.

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE