61emîn tura hevdîtinên îstikşafî yên di navbera Türkiye û Yunanistanê de qediya

61emîn tura hevdîtinên îstikşafî yên di navbera Türkiye û Yunanistanê de qediya

61. turu sona erdi 61emîn tura hevdîtinên îstikşafî yên di navbera Türkiye û Yunanistanê de qediya.

Li gorîvagahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitendin hevdîtin li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê hatin lidarxistin. Cîgirê Wezîrê Karê Derve Sedat Onal, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, Rêveberê Giştî yê Karûbarê Dualî yê Siyasî - Deryavanî-Asîmangerî-Sînor Balyoz Çagatay Erciyes û Cîgirê Rêveberê Giştî yê Deryavanî-Asîmangerî-Sînor Bariş Kalkavan weke nûnerê Türkiyeyê beşdar bûn. Li aliyê Yunanistanê Balyoz Pavlos Apostolidis, Rêveberê Giştî yê Wezareta Karê Derve Balyoz Aleksandros Kuyu û Qelema Taybeta Sekreterê Giştî yê Wezareta Karê Derve Îfigeniya Kanara nûnertî kirin.

Di hevdîtinan de li tenişt mijarên tura 60emîn, rewşa heyî û pêşhatên dawîn digel gavên ji bo siberoja vê mijarê hatin nirxandin.

Herdu alî di hevdîtinên tura 61emîna îstikşafî de mitabiq man ku hevdîtina were li Atînayê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE