" 64 hezar û 348 welatiyên me serlêdan kirin"

Soylu ragihand ku 53 hezar û 99 Sûriyeyiyên ku bûne welatiyê Komara Tirkiyeyê jî wê di hilbijartina 31ê Adarê da bikaribin raya xwe bidin.

" 64 hezar û 348 welatiyên me serlêdan kirin"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Me 363 hezar û 555 welatiyên xwe yên ku di navnîşana wan da pirsgirêk hebû agahdar kirin û ji wan ra SMS şand. 64 hezar û 348 welatiyên me serlêdan kirin û agahiyên xwe rojane kirin. Bi vê ew ê bikaribin rayên xwe bidin."

Soylu destnîşan kir ku 53 hezar û 99 Sûriyeyiyên ku bûne welatiyê Komara Tirkiyeyê jî wê di hilbijartina 31ê Adarê da bikaribin raya xwe bidin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Soylu bal kişand ser tewdîrên ewlehiyê yên ku wê ji bo hilbijartina 31ê Adarê bên hildan û wiha pê da çû: "Roja hilbijartinê ji hêzên me yên ewlehiyê 547 hezar kes wê wezîfedar bin." 

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ragihand di encama lêkolîna bûyerên berê qewimîne da tê dîtin ku tehdîd û zordariya rêxistina terorê hebûye û wiha dewam kir: "Me xeterî analîz kirin û li gorî bûyerên hilbijartinên borî me hin biryar dan. Ji ber îhtimala tehdîd û zordariya ku rêxistina terorê li welatiyan bike, me li 11 bajar û 12 navçeyan 6 hezar û 680 hêzên ewlehiyê ji bo hilbijartinê wezîfedar kirin." 

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 11:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE