''7 sale min dengê kurê xwe nebihîst, ez nikarim êdî li ber xwe bidim''

''7 sale min dengê kurê xwe nebihîst, ez nikarim êdî li ber xwe bidim''

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 465emîn.

- "7 sale min dengê kurê xwe nebihîst, ez nikarim êdî li ber xwe bidim"

Fadime Aksuya ji Kocaeliyê hatiye û ji bo kurê xwe Eren Yalçinê revandine çiyê beşdarî nobeda ewladan bûyediyar kir ku ew heta bigihîje kurê xwe, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Aksuyê got wê heta niha tu xeberek ji kurê xwe hilnedaye û wiha axivî: "Kurê min nexweş bû tedawî dibû. Lê dîsa jî ew hildan birin. 7 sale min dengê kurê xwe nebihîst, ez nikarim êdî li ber xwe bidim."

Aksuyê anî ziman heta niha 21 zarok gihîştin malbatên xwe û bangî kurê xwe kir ku ew teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.

- "Kurê min hê biçûk bû"

Rukeyda Adiyamana ji Hekariyê hatiye û ji bo kurê xwe Hamzayê 9 salî revandine çiyê beşdarî çalakiyê bûye jî got ew dixwaze bigîhîje kurê xwe.

Adiyamanê wiha got: "Kurê min hê biçûk bû. Min solên wî li wî dikir, min çenteyê wî dibir. Kezeba min dişewite, ez nikarim li ber xwe bidim. Ma ev mirovahî ye? HDPyê kurê min bir û teslîmî PKKyê kir. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE