70. salvegera damezrandina NATO’yê

Altun: Tirkiye perçeyekî girîng ê NATO’yê ye û ev yek dewam dike...

70. salvegera damezrandina NATO’yê

Êndamên NATO’yê îro li Londona îngilistanê dicivin. Di civînê de wê 70emîn salvegerea damezrandina NATO’yê jî bê pîrozkirin. Serok Recep Tayyip Erdoğan jî wê beşadarî civînê bibe. Serokê ragihandinê yê serokatiyê Fahrettin Altun beriya civînê bal kişand ser girîngiya rola Tirkiyê ya di NATO’yê de û got: “ji bo ewlehiya me ya hevpar divê rola nato’yê ji nû ve were nirxandin.”

Şerê Koreyê…

Hewla ji bo sekinandina komkujiya li Bosnayê,

Piştî bûyera 11ê Îlonê têkoşîna li dijî El-Kaîdeyê ya bi NATO’yê re...

Fahrettin altun, bal kişand girîngiya hebûna Tirkiyê ya di NATO’yê de.

Altun beriya civîna serkirdeyan a li Îngilistanê bang kir ku rola NATO’yê bi awayekî serûber were nirxandin.

“Dilsoziya kûr a Tirkiyeyê ku demeke dirêj e xwe li nato’yê nîşan dide, ewropa parastiye û ewlehiya me ya hevpar bi pêş xistiye. em bi hedef û erkên nato’yê yên ku dewam dikin bawer in. di heman demê de em dibêjin bila rola vê rêxistinê ku li ser ewlehî û pêşeroja me dilîze bi awayekî rêkûpêk were nirxandin.”

Serokê ragihandinê Fahrettin Altun bi bîr anî ku Tirkiye duyem artêşa mezintirîn a NATO’yê ye.

Û got Tirkiye ji sala 1952an heta niha di mijara ewlehiya îtifaqê de gelek mîsyon bi cih anîne.

“Tirkiye 70 sal e ji bo rojava bûye hevpeymanekî jêneger. tirkiye perçeyekî girîng ê hevpeymaniya nato’yê ye. ligel ku erdnîgariya tirkiyeyê neguherî ji balqanan heta asyaya navîn me têkiliyên xwe yên çandî kûrtir kirin. her wiha dê dilsoziya me ya li hemberî çand û ewlehiya hevpar a li ser erdnîgariya me jî neguhere.”

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2019, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE