97.Salvegera Serkeftina Mezin tê pîrozkirin

Rîcala dewletê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo 30ê Tebaxê Cejna Serkeftinê û Roja Artêşa Tirkiyeyê Anitkabîr ziyaret kir.

Salvegera 97emîn a 30ê Tebaxê Cejna Serkeftinê û Roja Artêşa Tirkiyeyê, li welêt, KKTCyê û li nûnertiyên derva bi merasiman tê pîrozkirin.

Rîcala dewletê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo 30ê Tebaxê Cejna Serkeftinê û Roja Artêşa Tirkiyeyê Anitkabîr ziyaret kir.

Di çarçoveya pîrozbahiyên sala 97emîn a Serkeftina Mezin, merasima ewil li Anitkabîrê hat lidarxistin. Rîcala dewletê di Rêya Şêran ra meşiyan û merasimê dest pê kir.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, endamên Kabîneya Serokomariyê, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, serokên dezgehên daraza payebilind, fermandarên hêzan, nûnerên partiyên siyasî, burokrat û rîcala dewletê ya din beşdarî kortejê bûn.

Serokomar Erdogan çelenga heyv û stêrk danî ser mozoleya Ataturk. Rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Erdogan û rîcala dewletê paşê derbasî Kuleya Mîsaqa Millî bûn. Erdogan li vê derê Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.

Serokomar Erdogan di defterê da wiha nivîsî:

"Ataturkê Ezîz, em îro gihîştin salvegera 97emîn a Serkeftina Mezin û pê serbilind in. Serkeftina mezin di dîroka me da xelqeyeke zêrîn e û zatê we yê mezin di serî da hemû fermandarên me, efserên me, eskerên me û her ferdê miletê me ku di qezenckirina vê serkeftina mezin da keda wan heye, em bi minet bi bîr tînin.

Em biryardar in Komara ku li ser fedakariyên şehîdên me yên ezîz ava bûye û we emanetî me kiriye, biparêzin û ji bonê canê xwe bidin. Têkoşîna me ya em dijî tehdîdên ku beqaya me ya neteweyî hedef hildaye, li nav welat û derveyî sînorên me didin, îsbata vê biryardariya me ye. Tu hêz wê nikaribe pêşiya Tirkiyeyê bigre ku Tirkiye negihêje hedefên xwe yên 2023yan. Ruhê we şad be."AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2019, 16:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE