Rêveberiya AAyê ji ber ku polêsên Mısırê bi ser ofîsa Kahîreyê da girtin û 4 xebatkarên AAyê binçav kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku AA di nav ajansên nûçeyan ên dinyayê da ji yên herî xurt yek e û kar û xebatên xwe bi çavekî profesyonelî dibe serî û wiha hat dewamkirin: "Bûyerên li Mısırê jî dema wek nûçe bên ragihandin di çarçoveya van rê û rêgezan da tên amadekirin û fikr û ramanên curbecur tên dayîn. Ji hewla nêrînen neyînî dûr disekinin."
Hat gotin ku AA ji hemû nelihevkirinên siyasî dûr disekine û bi tenê ji bo xurtkirina têkilî û hevaltiya di navbera gelê Mısır û Türkiyeyê da hewl dide.
Di daxuyanî da wiha gotin: "Haya AAyê ji ekîba wê ya li Kahîreyê ku bi profesyonelî û objektîf tevdigeriyan heye, di mijara karên xwe da tu rê û rêgez binpê nekirine û AA ji meqamên Mısırê dixwaze ku bila Hîlmî Balci, Hiseyîn el-Kabbanî, Hiseyîn el-Ebbas û Ebdulselam Mihemed demildest serbest berdin."
- Bûyer
Polêsê Mısırê 14ê rêbendanê bi ser ofîsa AAyê li Kahireyê girtibû, 1 jê welatiyê Türkiyeyê, 4 xebatkar binçav kiribûn.
Wezareta Karên Derva ya Amerikayê, Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Parastina Rojnamegeran, Enstîtuya Rojnamegeran a Navneteweyî û gelek dezgeh û saziyên navneteweyî tevgerê şermezar kirin.
AA