"Aboriya Tirkiyeyê ji hêla daxwaz, hilberîn û îxracatê va bi awayekî baş pêşva diçe"

"Aboriya Tirkiyeyê ji hêla daxwaz, hilberîn û îxracatê va bi awayekî baş pêşva diçe"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Herêma Pişesaziyê ya Organîze ya 2yemîn ya Enqereyê di merasima vekirina 26 fabrîqe û binesaziyên wan da axivî.

Erdogan der barê fabrîqeyên tên çêkirin da wiha got: "Ev fabrîqeyên tevahî bi milyarek û 600 milyon lire veberhênanê va dest bi xebatê kirin di dema şewbê da ji 1670 birayên me ra bûn deriyê kar. Ev tesîsên hilberînê ji bo telalên felaketê ji destpêka şewbê vir va dibêjin 'em meho bûn, têk çûn û me top avêt' û reşbîniyê belav dikin, bersiva herî baş e. Kesên dixwazin kapasîteya Tirkiyê, hêza sanayiya Tirk bibînin, ji dêvla ku li koşkên xwe rûniştine û qîl û qalan dikin, ez wan dewet dikim ku vê derê ziyaret bikin."

- "Aboriya Tirkiyeyê ji hêla hilberîn û îxracatê pêşva diçe"

Serokomar Erdogan bal kişand rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê û wiha axivî: "Tirkiye li ber çavê kesên xwe nebawer in û ji çavê biyaniyan li welatê xwe dinihêrin nebaş e, lê di aborî, çandinî û bazirganiyê da pêşketina xwe didomîne. Aboriya Tirkiyeyê ji hêla daxwaz, hilberîn û îxracatê va bi awayekî baş pêşva diçe û roj bi roj dibe aboriyeke miteşebisiyê. Di çaryeka ewil a 2021î da me mezinbûneke ji sedî 7 pêk anî, înşallah di çaryeka duyem da em ê bi mezinbûneke cidî va salê biqedînin."

- "Em ê tevdîrên zêdetir bibînin"

Erdogan anî ziman ew ê di aboriyê da tevdîrên zêdetir bibînin û wiha got: "Tirkiye ji aliyekî va qeydên lingên wî hatine xistin perçe dike, ji aliyê din va jî di hilberîn û îxracatê da li dinyayê êdî di lîgeke nû da bilind dibe. Ez bawer dikim ku înşeallah di hemû pîvanên bingehîn ên sala 2021ê da grafîka serkeftinê wê ji texmînan jî zêdetir derkeve. Di heyama pêş me da ji bo ku em ji aboriya kesk nemînin, em ê tevdîran zêdetir bibînin. Ji bo hedefên 2023, 2053 û 2071ê ya welatê me, bi taybetî di sanayî û teknolojiyê da pêdiviya me bi seferberiyeke topyekûn heye."

- "Dawiya her gavê ya ku ekosîstemê xirab dike, felaket e"

Der barê rewşa hawîrdor, felaketên lehî û şewatên ku çêdibin da jî Erdogan got divê teknolojî û xebat zirarê nedin hawîrdor û wiha dewam kir: "Dawiya her gavê ya ku ekosîstemê xirab dike, felaket e. Şûna mezinbûneke bi hovane, divê di her qadê da mezinbûneke bimerhemet bê meşandin. Teknolojiya zirarê dide hawîrdor jiyana me çiqas hêsan dike bila bike, wek ku çekeke lûleya wê ziviriye însan e, ne tiştekî din e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE