AFADê der barê teqîna li Sakaryayê da daxuyanî da

AFAD: "Di teqînê da 3 kes mirin, 8 kes birîndar bûn"

AFADê der barê teqîna li Sakaryayê da daxuyanî da

Teqemeniyên ku piştî teqînê ji fabirqeya fîşengên hewayî ya li Hendekê hatin berhevkirin, seba îmhakirinê birin devera çiyayî ya li Adapazariya navçeya Sakaryayê, lê dema ku teqemenî ji kamyonê peya dikirin, teqîn çêbû û di teqînê da 3 esker şehîd bûn, 8 kes birîndar bûn. 

Li gor daxuyaniya ku ji AFADê hat dayîn, di 3yê tîrmehê da li navçeya Hendekê di fabirqeya fîşengên hewayî da teqîn çêbû û piştî teqînê teqemeniyên ku di teqînê da zirar nedîtin îro li kamyonan hatin barkirin û wê bibirana cihekî din, lê li texma Taşkisigiyê saet dora 11.35ê wexta ku teqemenî ji kamyonê dihatin peyakirin, teqîn çêbû.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Piştî teqînê AFADa Sakaryayê ji cihê ku teqîn lê çêbûye ra 2 wesayît û 14 personel, 9 ambulans û ekîbeke UMKEyê, 2 tankêrên avê yên Midûriya Herêmê ya Daristanê, arazozek û wesayîteke midaxaleyê, 5 ekîbên îtfaiyeyê û ekîbên cendirmeyan hatin şandin. Di teqînê da 3 kes mirin, 8 kes birîndar bûn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE