Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) ragihand ku der barê erdheja ku navenda wê peravên Seferîhîsara navçeya Îzmirê ye xebatên kontrola qadê dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku piştî erdheja ku li tevahiya Herêma Egeyê hat hîskirin di serî da Îzmir û Aydin li hemû bajarên ku man bin bandora erdhejê da xebatên lêgerînê dewam dikin, herwiha Artêşa Tirkiyeyê jî ji asîmanê xebatên kontrolê didomînin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî erdhejê hemû wezaret û navendên birêvebiriya rewşa acîl û afetê yên bajêr ketine teyaqûzê û ekîbên midûriya AFADê ya bajarên Afyon, Bûrsa, Sakarya, Kutahya, Eskîşehîr, Çanakkale, Muxla, Balikesîr, Manîsa, Konya, Denizlî û Uşakê sewqê herêmê kirin.
- Ji bo baldariya welatiyan
Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn ku teqez divê nekevin avahiyên xisarê dîtine yên li herêma afatê û ev hatin gotin:
"Divê kes nekeve avahiyên xisarê dîtin û rê ji bona alîkariyên acîl vekirî bên hiştin. Divê xaza siruştî, av û şalterên ceyranê bên girtin.Welatiyên me heta ku hewcehiya acîl çênebe divê têlefonên xwe neemilînin. Divê alîkariya dergûş, zarok, îxtiyar û astengdarên ku hewcehiya wan bi alîkariyê heye bikin. Geşedan û aktîvîteya erdhejê ya li herêmê ji hêla Wezareta Karên Navxweyî AFADê va 7/24 tê şopandin."
AA