"Agahiya Sûriyeyî ji dewletê meaş distînin rast nîne"

Midûrê Giştî yê Rêveberiya Koçê Abdullah Ayaz destnîşan kir ku agahiyên rêjeya sûcê yên Sûriyeyiyan bilind e, ji dewletê meaş distînin, ji TOKÎyê bêucret mal didin wan, xwendekarên Sûriyeyî bêyî azmûn dikevin zanîngehan, rast nînin

"Agahiya Sûriyeyî ji dewletê meaş distînin rast nîne"

Midûrê Giştî yê Rêveberiya Koçê Abdullah Ayaz destnîşan kir ku agahiyên rêjeya sûcê yên Sûriyeyiyan bilind e, ji dewletê meaş distînin, ji TOKÎyê bêucret mal didin wan, xwendekarên Sûriyeyî bêyî azmûn dikevin zanîngehan, rast nînin.

Ayaz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di çapemeniyê û medyaya civakî da der heqê Sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê dijîn da hejmarek îdia hene.

Ayaz bal kişand ku çendek berê hem Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û hem jî wî daxuyanî dan ku îdiayên ku li ser medyayê der heqê Sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê dijîn da derdikevin, bên serastkirin û wiha axivî, "Agahiyên rêjeya sûcê yên Sûriyeyiyan bilind e, ji dewletê meaş distînin, ji TOKÎyê bêucret mal didin wan, xwendekarên Sûriyeyî bêyî azmûn dikevin zanîngehan rast nînin. Em kesên ku van tiştên nebûyî tînin ziman jî bi xemgînî şermezar dikin."

- "Dinya vê yekê pîroz dike"

Abdullah Ayaz bal kişand ku Tirkiye û miletê Tirk ji sala 2011an vir va axûşa xwe li ber xelkê Sûriyeyê ku ji şer, pevçûn, mirin û kuştinê direve, vedike û wiha dewam kir:

"Di vê mijarê da me bira jî azmûneke newaze da. Em ji vê azmûnê serbilind derketin. Dinya jî vê yekê pîroz dike. Hin derdor vê pêvajoyê îstismar dikin ku mixabin em ji ber vê yekê xemgîn in. Me der heqê rêjeyên sûcê da çendîn caran anî ziman. Ligel bilindbûna rêjeya nifûsê wan rêjeya sûcê ya Sûriyeyiyan her diçe kêm dibe."

Abdullah Ayaz diyar kir ku li Tirkiyeyê 3 milyon 597 hezar Sûriyeyiyên qeydkirî dijîn.

- "Ji 281 hezarî zêdetir Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe"

Ayaz bal kişand ku piştî Operasyona Mertalê Feratê vegera ber bi herêmê dest pê kir û wiha dewam kir, "Ji destpêka Operasyona Mertalê Feratê vir va ji 281 hezarî zêdetir Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe. Veger berdewam e."

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE