Agahiyên şexsî yên 533 milyon bikarhênerên Facebookê ji hêla hackeran va hatin dizîn.
Li gor nûçeya malpera înternetê ya ‘’Business Insider’’ê ji 106 welatan hejmarên telefonê û agahiyên şexsî yên 533 milyon bikarhênerên Facebookê ji hêla hackeran va hat dizîn û bê pere hatin parvekirin.
Di nûçeyê da hat gotin kesên ku agahiyên wan hatine dizîn jê ji 32 milyonan zêdetir ji Amerîkayê, jê 11 milyon ji Qraltiya Yekbûyî û 6 milyon jî ji Hindistanê ne.
Hat gotin di nav agahiyên hatine dizîn da hejmara telefonê, agahiyên cihê lê ne, dîroka rojbûnê û e-posta hene.
Pisporên ewlehiyê gotin ev agahî ji hêla korsanên komputerê va ji bo sextekariyê dikarin bên bikaranîn.AA