"Agahiyên ku li ser platformên ragihandina civakî bela dibin piraniya wan nûçeyên derew in"

Altunê Serokê Ragihandinê: "Agahiyên ku li ser platformên ragihandina civakî bela dibin piraniya wan nûçeyên derew in"

"Agahiyên ku li ser platformên ragihandina civakî bela dibin piraniya wan nûçeyên derew in"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun ragihand, agahiyên ku li ser platformên ragihandinê yên civakî, grûbên şandina peyaman û foruman da bela dibin, piraniya wan nûçeyên derew in.

Altun li ser Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku bi şewatên daristanan ra hemû derfetên dewletê hatin seferberkirin û têkoşîn dewam dike.

Altun got, "Li 35 bajarên me ji 129 şewatan 122 hatin kontrolkirin. Tirkiyeya me hêzdar e." û wiha dewam kir:

"Her alîkarî û piştevaniya niyetbaş, pêdiviya yekîtiya me ya neteweyî ye. Lêbelê ji derveyî welêt û ji yek navendê qaşo kampanyaya alîkariyê hat organîzekirin. Ev kampanya bi rêyên îdeolojîk hatin amadekirin da ku dewleta me acîz nîşan bidin û yekîtiya me ya dewlet û millet lawaz bikin. Tirkiyeya me hêzdar e. Dewleta me li ser piyan e. Wekî ku Serokomarê me got ji bilî kesên ku can dan, em ê hemû ziyana xwe telafî bikin û vî agirê ku hundirê me şewitand, bitemirînin. Vê gavê agahiyên ku li ser platformên ragihandinê yên civakî, grûbên şandina peyaman û foruman da bela dibin, piraniya wan nûçeyên derew in. Îro di rewşeke wiha da jî em nekevin defika derewên wiha. Ji kerema xwe guh bidin daxuyaniyên dezgehên fermî."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE