"AK Partî hêviya tekane ya gelê me ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan:"AK Partî hêviya tekane ya gelê me ye, bila tu fikara we ji vê çênebe."

"AK Partî hêviya tekane ya gelê me ye"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di 29emîn Civîna Îstişare û Nirxandinê ya AK Partiyê da axivî.

- "AK Partî hêviya tekane ya gelê me ye, bila tu fikara we ji vê çênebe"

Erdogan di civîna ku Elîz Otelê ya Kizilcahamamê çêbû da axivî û got: "Di vê xebata me ya li vir da min ev dît; fitne zêde ye. Cihê ku fitne lê hebe, xêr û bereket jê dernakeve. Li welatê me dema behsa AK Partiyê û şexsê min dibe mekanîzmayeke her cure derew û îftirayê dibêje derdikeve û kiryarên vê jî heye. Armanca kesên êrîşê AK Partiyê dikin ne ew e ku şûna wê partiyeke din bê avakirin, armanca wan ew e ku hemû nirxên temsîl dike ji tevahî bê hilweşandin. Ji ber vê têkoşîna em didin ne ji bo me, ji bo navê gelê me ye."

Serok Erdogan der barê niqaşên li ser pergalê tê kirin da wiha got: "Hinek niha dibêjin 'em vê biguherînin'. Tu çi diguherînî? Gel ji sedî 51,5an va pergala nû qebûl kiriye. Îtifaqa Cumhur Meclisa şaredariyê bi rê va dibe. Stenbol jî bi rê va dibe, Enqere jî bi ferqeke eşkere bi rê va dibe."

- "Gelê me naxwaze AK Partî bi mijarên xwe yên navxweyî ra eleqedar bibe"

Erdogan behsa hilbijartinên ku AK Partî heta niha beşdar bûne kir û wiha pê da çû: "Di hilbijartinên rêvebirinên herêmî û parlamenteriyê yên AK Partî beşdar bûn da em li gor asta gelempêrî paşve neketin. Helbet emê her şaredarî û parlamenteriya ku em lê têk çûn binirxînin, tevdîrên hewce dikin bibînin. Lê ewil li holê serneketinek, hilweşandineke nikare bê telafîkirin hebe emê vê qebûl bikin. Gelê me naxwaze AK Partî bi mijarên xwe yên navxweyî ra eleqedar bibe, ew dixwaze xizmetên mezin ji welêt ra bike."

- "Her pirsgirêka ku me çareser kir welatê me bêtir xurt kir"

Ji bo êrîşên siyasî û aborî yên li hemberî welêt tên kirin Erdogan wiha got: "Me ji wesayetçiyan, dabekaran, rêxistinên terorê, tetîkvanên siyaset û aboriyê yên hundir û derva ra negot ser seran. Tirkye ji heyameke wê bibe diyarkerê esra çaryek û nîvesr ra derbas dibe. Êrîşên eşkere û yên dizî yên 6 sal e li hemberî welatê me tên kirin gelê me têk nebir, lê ew westiya. Li hemberî vê, her pirsgirêka ku me çareser kir, êrîşa ku vala derket welatê me bêtir xurt kir."

- "Trump hat wê asta ku me digot"

Der barê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a dixwaze ji rojavayê Feratê vekişin da Erdogan wiha axivî: "Trump hat wê asta ku me digot, vekişîna ji rojavayê Feratê anî rojevê. Lê yên li cem Birêz Trump in guh nedane wî."

- "Her carê ji gelê me bersiva xwe hildidin

Serokomar Erdogan got divê ew di rêya ku dane li ber xwe da bimeşin û wiha pê da çû: "Îro bihayê zirara ku dixwazin di qadekê da bidin Tirkiyeyê pir zêdetir e. Yên hîn bûne Tirkiyeya berê li gor xwe biêşînin û wê beralî bikin hê jî dixwazin heman tiştî bikin. Lê hemd ji Xwedê ra her carê ji gelê me bersiva xwe hildidin, li paş xwe nanêrin vedigerin û diçin. Heke em heyama li pêş me baş bi kar bînin, xizmeta gel a ku armanca siyaseta me ye xwedî derkevin di dahatûyê da serkeftinên hê mezintir wê li benda me be. Şûna ku ji rabirdûyê ders bê hildan, bi armanca hesabpirsînê tevgerîn tu qezencekê nade me û welatê me. Tevgereke wiha tenê enerjiya me û wextê me zayî dike. Rica min ji we û hemû hevalên min ew e ku êdî van niqaşan bidin aliyekê û li Kongreya Asayî ya 7emîn a partiya me binêrin û li ser armanca sala 2023an bisekinin."

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE