"AK Partî partiya me nîne ya miletê me ye"

Serok Erdogan di civîna serokbajaran a AK Partiyê de axivî...

"AK Partî partiya me nîne ya miletê me ye"

Serok Recep Tayyip Erdogan di civîna serokbajaran a AK Partiyê de axivî...

 Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di "Civîna Serokên Bajaran a Berfireh" da axivî.

Erdogan diyar kir ku li gor hilbijartina 24ê hezîranê 1,5 milyon hilbijêrî ciyê xwe guherandiye, qeyda hin kesan nehatiye kirin û wiha got, "Ya rastî ji 222 hezarî zêdetir kes endamên me ne. Em ê vê ji nêz va teqîb bikin. Mixabin ji 10 milyon û 337 hezar endamên AK Partiyê me di kituka hilbijêran da qeyda 504 hezar kesî nedît."

Serok Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser têkiliya siyasetmedaran û gel û wiha got: "Siyaset ew nîne ku gel rikê xwe bikute merivan, siyaset ew e ku gel ji merivan hez bike, meriv xwe bi gel bide qebûlkirin." 

Serok Erdogan ji bo niqaşên piştî hilbijartinan tên kirin û kesên dixwazin tevliheviyê çêbikin wiha axivî: "Em di her heyamê da bûn şahid ku hin kesên di hilbijartinan da têk diçin radibin sûc diavêjin ser saziyên ku hilbijartinê dimeşînin. Me hê namzedê ku bi artêşa parêzeran va saziyên me tehdîd dikir ji bîr nekiriye."

Erdogan bal kişand ser tevgerên alîgir û endamên partiyê û wiha got: "Qasî şaredar, parlamenter, rêvebirê teşkîlatê an jî namzedên xwe ji gel mezintir dibînin û sandiqê wekî malê xwe dibînin kes nikare zirarê bide AK Partiyê."

"Em emanetkar in"

Serok Erdogan destnîşan kir ku AK Partî partiya gel e û wiha pê da çû: "AK Partî partiya me nîne ya miletê me ye. Jixwe ji ber ku partiya gelê me ye em hatin vê astê. Em bi tenê li ser navê miletê xwe wezifeyê dikin, em emanetkar in." 

Erdogan ji bo kesên hewl didin welêt nebaş nîşan bidin û tiştên nerind dikin got, "Mixabin hin şîrheram ji bo ku li dijî welêt û miletê bixebitin serê xwe danîne ortê û xwe kirine qurban." û wiha pê da çû: "Li aliyekî kesên li dijî rêxistinên terorê histûyê xwe xar nakin, rê nadin kesên hewl didin derbeyê li qezencên aboriyê û demokratîk ên Tirkiyeyê bixin hene. Li aliyê din jî kesên bi rêxistinên terorê ra ketine milên hev, ji bo menfeatên xwe nirxên xwe hildidin bin piyên xwe hene. Bi îzna Xwedê em ê carekî dîsa dersê bidin kesên hewl didin ku Tirkiyeyê wekî xirab bûye nîşan bidin."

Serok Erdogan der barê mezinbûna aboriya Tirkiyeyê danûstandinê da wiha axivî: "Ligel dafika bi kur, faîz û enflasyonê ya ku danîne ber welatê me, mezinbûna sala 2018an jî ew ê ji texmînan zêdetir be. Di dahata neteweyî da li gor parîteya kirînê Tirkiyeya ku di rêza 13an da ye dema derkeve astên jor ew ê xwe ji pencereyan biavêjin jêr." 

Erdogan partiya mixalefetê ya sereke rexne kir û axaftina xwe wiha domand: "Em bi milyonan tûrên bêz û telîsan amade dikin. Înşaellah em ê di vê kampanyayê da wan wekî promosyon li gelê xwe belav bikin. Dibe ku mixalefeta sereke bi poşetan derkeve qadê lêbelê me li dijî poşetên naylon şer îlan kir. Înşaellah em ê bi tûrên bêz û telîsên ji kirkirkê hatine çêkirin derkevin meydanan."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE