AK Partiyê berteka tund nîşanî Balyozxaneya DYAyê da

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "Li ser hesabê medyaya civakî ya Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê peyameke der barê tenduristiya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da dijî tevgera mirovahiyê û teamulên dîplometîk hat ecibandin ku em vê tevgerê bitundî şermezar dikin."

AK Partiyê berteka tund nîşanî Balyozxaneya DYAyê da

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got "Li ser hesabê medyaya civakî ya Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê peyameke der barê tenduristiya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da dijî tevgera mirovahiyê û teamulên dîplometîk hat ecibandin ku em vê tevgerê bitundî şermezar dikin."

Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê li ser Twîtterê peyama Ergun Babahanê fîrariyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî hedef digre duh ecibandibû ku Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê vê tevgerê da peyamek weşand û Balyozxaneyê şermezar kir.

- "Em vê ecibandinê bitundî şermezar dikin"

Çelîk di peyama xwe da wiha got: "Li ser hesabê medyaya civakî ya Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê peyameke der barê tenduristiya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da dijî tevgera mirovahiyê û teamulên dîplometîk hat ecibandin ku em vê ecibandinê bitundî şermezar dikin. Balyozxane kesên "bêeleqe" û "xelet" dişopîne, ev bûyer nîşan dide ku ew çawa dijî rastiya Tirkiyeyê biyanî ne. Li aliyê din ecêbeke giran e ku kesên çawa didin xebatê."

Çelîk anî ziman bi lêborînekê va ser bûyerê nikare bê girtin, lewra ev mudaxaleya karên navxweyî ya Tirkiyeyê ye û divê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê û Balyozxaneya Amerîkayê bi awayekî cidî lêpirsîna bûyerê bikin û çi hewce dike divê bê kirin.

Çelik got tu balyozxaneyeke li Tirkiyeyê nikare der barê tu siyasetmedar û partiyeke siyasî da şiroveyeke wiha bike, divê ji teamulên dîplomatîk ra rêz bê girtin.

Çelîk destnîşan kir kesên eleqeya wan bi rêxistinên terorê ra hene nikarin bibin referansên balyozxaneyan.

Herî dawîn Çelîk ji Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ra got derbasî be.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Cotmeh 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE