AK Partiyê li Wanê hejmara şaredariyên xwe zêde kir

Li gorî encamên neteqez, AK Partiya ku di hilbijartina herêmî ya 2014an da şaredariyên 2 navçeyan bi dest xistin, di vê hilbijartinê da hejmara şaredariyên xwe derxist 4an, rêjeya dengên xwe jî zêde kir

AK Partiyê li Wanê hejmara şaredariyên xwe zêde kir

Li gorî encamên neteqez, AK Partiya ku di hilbijartina herêmî ya 2014an da şaredariyên 2 navçeyan bi dest xistin, di vê hilbijartinê da hejmara şaredariyên xwe derxist 4an.

AK Partî li Bahçesaray, Çatak û Gurpinarê ku cîgirşaredar lê hatibû peywirdarkirin, bi ser ket. Li gorî hilbijartina derbasbûyî dengên AK Partiyê li Bahçesarayê ji sedî 31,49an hevrazî ji sedî 65.48an, li Çatakê ji sedî 29.38an hevrazî ji sedî 54.08an û li Gurpinarê jî ji sedî 40.51î hevrazî ji sedî 53.30î bû.

AK Partiyê li Gevaşê ku di 2014an da bi ser ketibû dengên xwe zêde kirin û herwiha li gelek navçeyan jî bi ferqeke hindik ji destê xwe kir.

Li Bahçesarayê Meki Arvas, li Çatakê Abdurahman Şeylan, li Gurpinarê Hayrullah Taniş û li Gevaşê jî Murat Sezer bûn şaredar.

Herwiha rêjeya dengên HDPyê jî li gorî hilbijartina derbasbûyî û vê carê li Bahçesarayê ji sedî 53,88an berjêrî ji sedî 30,37an, li Başkaleyê ji sedî 90,89an berjêrî ji sedî 72,41ê, li Çaldiranê ji sedî 58,61î berjêrî ji sedî 53yê, li Çatakê ji sedî 62,7an berjêrî ji sedî 42,52yê, li Gevaşê ji 47,15an berjêrî 44,19an, li Gurpinarê ji 54,99an berjêrî 42,16an, li Muradiyeyê ji 50,89an berjêrî 42,26an û li Sarayê jî ji 65,86an berjêrî 61,38an bû.

- AK Partiyê dengên xwe zêde kirin

AK Partiyê jî rêjeya dengên ku di hilbijartina derbasbûyî da wergirtibû, vê carê li Bahçesarayê ji sedî 31,49an hevrazî 65,48an, li Başkaleyê ji 7,22yan hevrazî 21,44an, li Çaldiranê ji 37,75an hevrazî 43,43yan, li Çatakê ji 29,38an hevrazî 54,08an, li Gevaşê ji 47.2yan hevrazî 49.78an, li Gurpinarê ji 40.51î hevrazî 53.30î û li Sarayê jî ji 30,44an hevrazî 36,48an kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE