Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serok Recep Tayyîp Erdogan beşdarî civîna danasîna namzedan ya ku li Salona Sporê ya Enqereyê hat lidarxistin bû û namzedên şaredariyên navçeyên Enqereyê yên AK Partiyê eşkere kir.
Di civîna danasînê da Mehmet Ozhasekiyê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê yê ku berê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatibû eşkerekirin jî hat danasîn. Di cîvînê da namzedên ku ew ê di hilbijartina 31ê adarê da li navçeyan têkevin hilbijartinê yekoyek gazî ser dikê kirin û dan nasîn.
Erdogan diyar kir ku AK Partiyê di çarçoveya Îtifaqa Cumhur da li Etîmesgutê piştgiriyê bide Enver Demirel, li Golbaşiyê piştgiriyê bide Ramazan Şîmşek û li Polatliyê jî piştgiriyê bide Musel Yildizkayayê namzedên MHPyê.
Erdogan ji ber xizmetên wan ji şaredarên hetanî nika wezîfe kirine ra sipas kir û ji bo namzedên teze jî serkeftin xwest.
Lîsteya namzedên navçeyên Enqereyê yên AK Partiyê ya ku Serokomar Erdogan eşkere kir wiha ye:
Akyurt: Hîlal Ayik
Altindax: Asim Balci
Ayaş: Burhan Demirbaş
Bala: Ahmet Buran
Beypazarî: Tuncer Kaplan
Çamlidere: Hazim Caner Can
Çankaya: Amber Turkmen
Çubuk: Bakî Demirbaş
Elmadax: Gokhan Kuçukçelebî
Evren: Husamettîn Unsal
Gudul: Muzaffer Yalçin
Haymana: Ozdemîr Turgut
Qehremanqazan: Serhat Oguz
Kalecik: Duhan Kalkan
Keçîoren: Turgut Altinok
Qizilcahemam: Suleyman Acar
Mamak: Murat Kose
Nallihan: Îsmaîl Ontaş
Pursaklar: Ayhan Yilmaz
Sîncan: Murat Ercan
Şereflîkoçhîsar: Melîh Memîş Çelîk
Yenîmahalle: Veysel Tîryakî
Serok Erdogan wiha got: "Bi îzna Xwedê em ê li Enqereya paytextê xwe Îtifaqa Cumhur li dijî îtifaqa nexwaş a hemberî xwe serfiraz bikin."
Serok Erdogan li Eywana Sporê ya Enqereyê di Bernameya Nasandina Namzedên Serokên Şaredariyên Enqereyê yên Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê da axivî.
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan got ji bo hilbijartinên herêmî 3 meh mane û divê ew şer û roj bixebitin û wiha dewam kir:
"Li Enqereyê ji 25 namzedên me 3yê wan ji ber îtifaqa Cumhurê wê ji MHPyê bin, yên din jî ji partiya me ne. Bi îzna Xwedê em ê li Enqereya paytextê xwe Îtifaqa Cumhur li dijî îtifaqa nexwaş a hemberî xwe serfiraz bikin. Hûn ji bo vê amade ne gelo? Binêrin me kesekî jêhatî ji bo namzediya Enqereyê hilbijart. Ev kes Mehmet Ozhasekî ye. 5 caran Şaredariya Bajarê Mezin a Qeyseriyê kiriye. Piştra bûye Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê. Kesekî di li ser bajarvaniyê bi tecrube ye. Ez ji xaniman sozekî dixwazim. Hûnê derî bi derî bigerin, ma ne wisa? Hûn dizanin ku kelhe ji hundir tên fetihkirin. Eger hûn bi biryar bin ev kelhe wê bikeve."
AA