AK Partiyê piştgirî da daxwaza NYê

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk: "NY di serî da, wezîfeya ku dikeve ser milên saziyan divê ne tenê tesbîtkirina sûc û şermezarkirina wê be. Divê em planeke acil û bibondor bibhîzin bê ka ev sûc wê çawa were sekinandin"

AK Partiyê piştgirî da daxwaza NYê

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser daxwaza darizandina komkujiyê ya ji bo generalên Myanmarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) got: "NY di serî da, wezîfeya ku dikeve ser milên saziyan divê ne tenê tesbîtkirina sûc û şermezarkirina wê be. Divê em planeke acil û bibondor bibhîzin bê ka ev sûc wê çawa were sekinandin."

Çelîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û diyar kir Misilman li ber çavên hemû saziyên navneteweyî rastî komkujiyên sîstematîk tên û ji ber ku saziyên navneteweyî mekanîzmayekê ava nakin û van komkujiyan nadin sekinandin, kujer jê cesaretê hildidin.

Çelîk diyar rapora Mîsyona Lêkolîna Serbixweya Navneteweyî da nîşan ku Misilmanên Arakanî rastî komkujiyê hatine.

Çelîk der heqê raporê da wiha got, "Rapor bi awayê zelal tesbît dike ku rayedarên eskerî bêyî raçavkirinê cinayet kirine, destdirêjiya jinan kirine, êrîşî zarokan kirne û gund bi temamî şewitandine.

Her tişt eşkere ye û hatiye tesbîtkirin ku rayedarên artêşa Myanmarê dijî Misilmanên Arakanî sûcê komkujiyê kirine û kirina sûc dewam dike. NY di serî da, wezîfeya ku dikeve ser milên saziyan divê ne tenê tesbîtkirina sûc û şermezarkirina wê be. Divê em planeke acil û bibondor bibhîzin bê ka ev sûc wê çawa were sekinandin. Ev sûcê komkijiyê saleke tê kirin û saleke jî tiştekî ku bide sekinandin nehat kirin. Ji bo ku ev sûc bi awayekî acil were sekinandin, her kes li benda avêtina gavan e û dixwaze van gavan bibhîze."

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Tebax 2018, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE