Akar bi Wezîrên Parastinê yên Îtalya û Îngiltereyê ra di civîna sêalî ya li Sîcîlyayê da hat bal hev

"Min bi kêfxweşî dît ku di mijarên ku me li serê hevdîtin kirin da fikrên me wekî hev in"

Akar bi Wezîrên Parastinê yên Îtalya û Îngiltereyê ra di civîna sêalî ya li Sîcîlyayê da hat bal hev

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar berî ziyareta xwe ya Lîbyayê derbasî Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê bû û bi Ben Wallaceyê Wezîrê Parastinê yê Îngiltereyê û Lorenzo Guerîniyê Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê ra hevdîtin kir. 

Hat ragihandin ku di hevdîtina li keştiya balafirê ya HMS Queen Elizabethê ya li Lengergeha Augustayê hat kirin da di hevdîtinê da li ser têkiliyên di warê parastin û ewlehiyê yên di navbera welatan da û mijarên herêmî guftûgo hat kirin. 

Akar piştî ku li Stenbolê Fermandariya Navendî ya Mukemeliyeta Ewlehiya Behrê ya NATOyê bi awayekî fermî hat vekirin çû Îtalyayê. 

Akar li Balafirgeha Eskerî ya Sîgonellayê ya li Girava Sicîlyayê ji hêla rayedaran va hat pêşwazîkirin û derbasî Lengergeha Augustayê bû. Akar pêî bi wezîrê Îtalyan Guerînê ra hat bal hev paşê beşdarî hevdîtina sêalî ya di navbera Wezîrê Parastinê yên Tirkiye, Îngiltere û Îtalyayê da bû. 

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê da  li ser têkiliyên di warê parastin û ewlehiyê yên di navbera welatan da û mijarên herêmî guftûgo hat kirin. Akar piştî civînê bi Wezîrê Parastinê yê Îngiltereyê Wallce ra jî hevdîtina dualî kir. 

Wezîr Akar di nirxandina xwe ya piştî civînan da diyar kir ku hevdîtin erênî û baş derbas bûn û got ku "Min bi kêfxweşî dît ku di mijarên ku me li serê hevdîtin kirin da fikrên me wekî hev in."

Wezîr Akar piştî hevdîtinan çû Lîbyayê. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE