"AKM bi sedê salên dê weke cihê navenda çand û hunerê ya welatê me bimîne"

"AKM bi sedê salên dê weke cihê navenda çand û hunerê ya welatê me bimîne"

Serok Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina Navenda Çandê ya Ataturkê de axivî.

Serok Erdogan: "Em di nava wê hewlê de ne ku ji bo yên ku komara me ava kirine, em armancên xwe yên 2023yan nîşan bidin û ji bo geşepêdana wan bi şev û roj bixebitin."

Serok Erdogan: "Emê îznê nedin ku ti astengî, ti xefik yaxud ti kes bibe rêgirê me ku em bigihijin armancên xwe yên ku me ji bo 100emîn sala Komara me destnîşan kirine."

Serok Erdogan: Me jibîr nekir ka ew avahî (ya AKM) di dema bûyerên Geziyê de çawa kiribûn cihê xwepêşandanê ya rêcxistinên terorê."

Serok Erdogan: "Herwekî ku me di her dem û mijarê de sozên xwe bi berhem û xizmetên xwe nîşan da Me di warê nîqaşên li ser Navenda Çandê ya Ataturkê de jî wisa kir."

Serok Erdogan: "Evder (AKM) dê bi hemî fealiyetên xwe yên çand û hunerê, bibe gavek di rêya Tirkiyeya mezin û hêzdar de."

Serok Erdogan: "(AKM) Ji projeya wê heta avakirina wê min her asta wê ji nêzîk ve şopand. Ev berhema bêhempa ji bo welatê me û Stenbola me pîroz be."

Serokomar Erdogan: "AKMya ku xeleka dawîn a mohrên ku ji fetha Stenbolê ve me li vî bajarî dane ye, bi sedê salên dê weke cihê navenda çand û hunerê ya welatê me bimîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE