Alîgirên terorê li ser medyaya civakî lez dan manîpulasyonê

Bi destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ji bo xirabkirina korîdora terorê ya hewl didin û pêkanîna aştî û hizûra herêmê da destpêkirin va hesabên nêzî rêxistina terorê li ser medyaya civakî lez dan xebatên manîpulasyon û dezenformasyonê.

Alîgirên terorê li ser medyaya civakî lez dan manîpulasyonê

Bi destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ji bo xirabkirina korîdora terorê ya hewl didin ava bikin û pêkanîna aştî û hizûra herêmê da destpêkirin va hesabên nêzî rêxistina terorê li ser medyaya civakî lez dan xebatên manîpulasyon û dezenformasyonê.

Li ser medyaya civakî wêneyên di demên cuda da li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine kişandin wekî ku di dema Herekata Kaniya Aştiyê da hatine kişandin hatin parvekirin û bi vê hewl dan ku dezenformasyonê bikin.

Hesabên nêzî rêxistina terorê wêneya di sala 2014an da di dema şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da hatiye kişandin û tê da dayikekê zaroka xwe hembêz kiriye guherandin û wekî ku di Herekata Kaniya Aştiyê da hatiye kişandin parve kirin.

Wêneyê di dema êrîşa ji hewayê ya meha tîrmehê biribûn ser Îdlibê da hatiye kişandin û tê da zarokên di tesîra êrîşê da mane li navenda tenduristiyê xanê dikin jî bi destê hesabên nêzî rêxistina terorê wekî dîmenên "Dîmenên di êrîşa Artêşa Tirkiyeyê da" hatin parvekirin.

Dîsa wêneyê di tebaxa 2016an da li Îdlibê hatiye kişandin û tê da zarokekî ji ber êrîşa Ûrisan ser û çavê wî di nav xunê da meye heye wekî ku di dema Herekata Kaniya Aştiyê da hatiye kişandin rayê civaka navneteweyî dan û bi jêrnivîsa Îngilîzî hat manîpulekirin.

Wêneyê di sala 2014an da li Helebê hatiye kişandin û tê da bavekî cesedê zarokê xwe daye hêmbêza xwe li ser medyaya civakî ji bo dezenformasyonê wekî ku di herekata Tirkiyeyê da bûyer qewimiye hat nîşandan.

Berê jî derketibû holê ku piştgirên rêxistinê di dema herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê da wêneyên qetlîam û şerên li ciyên mayîn ên dinyayê hatine kişandin ji bo manîpulasyon û dezenformayonê li ser medyaya civakî bi kar anîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE