Aliyev rojbûna Serok Erdogan pîroz kir

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, rojbûna Serok Recep Tayyip Erdogan pîroz kir.

Aliyev rojbûna Serok Erdogan pîroz kir

 Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, rojbûna Serok Recep Tayyip Erdogan pîroz kir.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Azerbeycanê, Aliyev ji Erdogan ra peyama pîrozbahiyê şand û ji bo xebatên wî yên pêşketina Türkiyeyê serkeftin xwest.

Aliyev di peyama xwe da bal kişand ku Türkiyeyê di warê civakî, aborî û zanistê da pêşketinên mezin bi dest xistin, bûye navendeke hêzê ku li ser asta kurewî polîtîkayên serbixwe dimeşîne ku ev serkeftin bi saya xebatên Erdogan çêbûn.

Aliyev bal kişand ku ew pê serbilind e ku peywendiyên Azerbeycan-Türkiyeyê di asta herî bilind da ne û wiha dewam kir:

"Roleke mezin a cenabê te tê da heye ku peywendiyên me yên ku bingeha wê dostî û biratî ye, gihîştin vê astê. Ji bo alîkariya we ye menewî û siyasî ya eşkere û bêteredud a ji bo rizgarkirina xaka ezelî ya Azerbeycanê, gelê me sipasdar e. Ez bawer im hevkariya me ya berfireh û çalak ji bo pêşketina welatên me û refaha gelên me dê di her warî da dewam bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE