Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay der barê êrîşa li İdlibê da got: "Mehmetcîkên me wê li herêmê (İdlib) hebûna xwe biparêzin û li hemberî kesên hiqûqa navneteweyî binpê dikin bersiva ku hewce dike wê bidin."
Oktay li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê êrîşa li İdlibê ya ku 5 esker şehîd bûn û 5 esker jî birîndar bûn da peyamek weşand.
Fuat Oktay ji bo eskerên şehîd bûn got rehma Xwedê li wan be û Xwedê şifayê bide eskerên birîndar û wiha dewam kir: "Li hemberî yekîneyên ku hêzên me yên çekdar hedef girtin, bi mislê wê va bersiv hat dayîn. Mehmetcîkên me wê li herêmê (Îdlib) hebûna xwe biparêzin û li hemberî kesên hiqûqa navneteweyî binpê dikin bersiva ku hewce dike wê bidin."
AA