Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ji ber daxuyaniya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ya der barê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da bertek nîşanî wî da.
Oktay li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanî daxuyaniya Macron da.
Oktay peyama xwe bi etîketa "ErdoğanınYanındayız" (Em li gel Erdogan in) weşand û wiha got: "Nûnerê hişmendiya mêtingehê Macron bila daxuyaniyên xwe yên xwenezan bide, lê emê bi serokatiya Serokomarê me Birêz Erdogan destê xwe yê dostaniyê dirêjî mezlûmên dinyayê bikin û bi gelê xwe va dîrokê binivîsin."
AA