Alîkarê Serokomar Oktay li KKTCyê ye

Oktay li otêlekê di Konferansa Aboriyê ya 1emîn ya Foruma Odeya Ticaretê ya Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur-Tirkiyeyê da axivî.

Alîkarê Serokomar Oktay li KKTCyê ye

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Kesên li herêmê dijî heqên meşrû yên Tirkiyeyê û Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur gava diavêjin û dixwazin Tirkiyeyê nehesibînin û nebînin wê negihêjin armancên xwe."

Oktay li otêlekê di Konferansa Aboriyê ya 1emîn ya Foruma Odeya Ticaretê ya Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur-Tirkiyeyê da axivî.

Alîkarê Serokomar Oktay destnîşan kir divê li Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur modeleke malî û fînansê bê çêkirin û wiha got: "Di bernameya hikûmeta heyî da cî digire û ev erênî ye. Em hêvî dikin ku di demeke kurt da dest bi xebatan bikin."

Oktay der barê rewşa li Rojhilatê Behra Sipî da wiha axivî: "Kesên li herêmê dijî heqên meşrû yên Tirkiyeyê û KKTCyê gava diavêjin û dixwazin Tirkiyeyê nehesibînin û nebînin wê negihêjin armancên xwe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE