Alîkarê Serokomar Fuat Oktay di 33yemîn salvegera qetlîama Helebceyê da qurbaniyên qetlîamê bi rehmet bi bîr anîn.
Oktay di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:
"Îro 33yemîn salvegera qetlîama Helebceyê ye ku êrîşa kîmyayî ya herî mezin a dîrokê ya dijî sivîlan e. Ez ji Xwedê ji bo kesên ku di vê qetlîama ku wekî teniyeke reş li dîrokê ket da jiyana xwe ji dest dan dixwazim û hemû sûc û kiryarên wan ên dijî mirovahiyê lanet dikim."AA