Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Înce li herêma lehiyê ya li Vanê tedqîqat kirin

Muhterem Înceyê Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî li herêma lehiyê ya li Wanê tedqîqat kirin

Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Înce li herêma lehiyê ya li Vanê tedqîqat kirin

Muhterem Înceyê Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî li Wanê li taxên ku lehî lê rabû geriya û diyar kir ku ew ê derfetên dewletê seferber bikin û di demeke kin da birînan bipêçin.

Înce bi Mehmet Emîn Bîlmezê Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin, parlamenterên AK Partiyê Osman Nurî Gulaçar, Abdulahat Arvas, Fermandarê Şaxartêşa Asayîşê ya Cendirmeyan Tumgeneral Huseyîn Kurtoglu, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Tuxgeneral Yuksel Yîgît, Midûrê Ewlehiya Bajêr Atanur Aydin, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Fatîh Çelîkel û Alîkara Serokê Rêvebiriyên Herêmî ya Navenda Giştî ya AK Partiyê Ayşe Şule Koseogluyê ra hat navçeya Başkaleyê.

Înce li taxa Esenyamaç û mezreya Onîkîdereyê geriya û bi welatiyan ra hevdîtin kir û der barê xebatan da ji Qaymeqamê Başkaleyê Cîgirê Şaredar Asim Solak agahî hilda.

Înce bi Kader Yurtsevena ku di ro da çû û paşê xwevaçûyî hat xelaskirin ra jî hevdîtin kir.

Înce paşê li Balafirgeha Ferît Melenê civîna çapemeniyê li dar xist.

Înceyê Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku dewlet bi hemû derfetên xwe va ligel welatiyan e.

Înce diyar kir ku xebatên tesbîtkirina xesaran dewam dike û wiha dewam kir:

"Li taxa Esenyamaçê mala 11 welatiyên me, li mezreya Onîkîdereyê jî mala welatiyekî me xerab bûye. Me li van deran pêdiviya ava vexwarinê tesbît kir. Pêdiviya makîneya kar pêk hat. Pirsgirêka ava vexwarinê wê bi xebatên VASKIyê were çareserkirin. Ekîbên Midûriya Bajêr a Çandinî û Daristanê tesbît kir ku heta niha 900 heywan telef bûn. Wekî ku Wezareta Çandinî û Daristanê jî eşkere kir, dewlet wê zirara wan bide. Midûriya me ya Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê tesbît kir ku 32 mal xerab bûne. Me xebat dan destpêkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE