Almanya ji bo balafirgeha li Kabulê bi Türkiye û Amerîkayê ra diaxive

Mass bal kişand ku bi wezîrên karên derva yên Pakistan, Hindistan, Tacikistan û Ozbekistanê ra axivî û wiha got: "Em ê bi hêsanî vîzeyê bidin personelên herêmî yên derbasî van welatan dibin. Em ê ji bo hemû personelên herêmî yên di lîsteyên me da û kesên di xetereyê da şertên mafê îqametê amade bikin."

Almanya ji bo balafirgeha li Kabulê bi Türkiye û Amerîkayê ra diaxive

Heîko Massê Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê diyar kir ku ji bo balafirgeha Kabulê bi xebatên hewakariya sivîl ra di heman demê da ji bo operasyona texliyeya eskerî were bikaranîn bi Tirkiye û Amerîkayê ra diaxivin.

Mass li Berlînê daxuyanî da got Amerîkayê di 31ê tebaxê da eskerên xwe ji ji Efxanistanê vekişîne û bal kişand ser girîngiya domandina xebatên Balafirgeha Kabulê ya piştî vekişandinê û wiha pê da çû: "Bi Amerîka, Tirkiye û welatên din ra em diaxivin ku Balafirgeha Kabulê xebatên xwe bidomîne. Lazim dike ku piştî vekişîna Amerîkayê bi Talibanê ra were axaftin."

Mass bal kişand ku bi wezîrên karên derva yên Pakistan, Hindistan, Tacikistan û Ozbekistanê ra axivî û wiha got: "Em ê bi hêsanî vîzeyê bidin personelên herêmî yên derbasî van welatan dibin. Em ê ji bo hemû personelên herêmî yên di lîsteyên me da û kesên di xetereyê da şertên mafê îqametê amade bikin."

Mass got ku ew ê kapasîteya şaxên vîzeyê yên li Îslamabad, Delhiya Teze û Taşkentê zêde bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE