Altun:(Bûyerên 6-8ê Cotmehê) Ji bo kujeran dema hesabdayînê ye

Altun: (Bûyerên 6-8ê Cotmehê) Failên van kuştinan îro derdikevin li pêşberî hakim. Ji bo kujeran dema hesabdayînê ye. Baweriya me bi edaletê heye."

Altun:(Bûyerên 6-8ê Cotmehê) Ji bo kujeran dema hesabdayînê ye

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun: (Bûyerên 6-8ê Cotmehê) Failên van kuştinan îro derdikevin li pêşberî hakim. Ji bo kujeran dema hesabdayînê ye. Baweriya me bi edaletê heye."

 "Yên xwestin ji terorê bigire heta mueyîdeyan her cure gefxwarinan va Tirkiyeyê bixin rêya ku ew dixwazin bi ser neketin, bi îzna Xwedê wê bi ser nekevin jî. Bûyerên 6-8ê Cotmehê yên li ser fermana PKKya rêxistina terorê û banga şaxên wê yên siyasî li hemberî gelê sivîl bû sedema qetlîamên xwînî jî hewldaneke wiha ye."

 "Em daxuyaniya Bîden ya ku bûyerên 1915an wek 'komkujî' bi nav dike bextreşî, bêhedî û tune dihesibînin û em wê qebûl nakin."

"Li hemberî hemû hêzên dixwazin welatê me perçe bikin û ji hundir va xençer bikin dewleta me û gelê me her tim li ser piyan e. Li hemberî hêzên kurewî, rêxistinên terorê û hişmendiya derbeyê kêliyek be jî em ê dev ji têkoşînê bernedin."

 "Îdiayên qaşo 'komkujiyê' û gotinên populîst ên ji rastiya dîrokê bê par in li hemberî çanda me ya jiyanê ya hevpar a ku me li ser vê axê bi hev ra ava kiriye êrîşek e. Lê ev êrîş wê zirarê nede biratiya me, berevajî vê ew ê têkiliya me hê xurttir bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE