Altun: Em nikarin li hemberî geşedanên li Îdlibê bêdeng bin

Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun li Îstanbulê di yekemîn foruma medyayê ya Sûriye û Turkiye de axivî û got; Em nikarin li hemberî geşedanên li Îdlibê bêdeng bin.

Altun: Em nikarin li hemberî geşedanên li Îdlibê bêdeng bin

Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun li Îstanbulê di yekemîn foruma medyayê ya Sûriye û Turkiye de axivî û got; Em nikarin li hemberî geşedanên li Îdlibê bêdeng bin. em ê ji kesên ku zarokên me şehîd kirine hesabê vê yekê bipirsin.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun:”Ez bi awayekî zelal dibêjim. Em nikarin li hemberî bûyerên ku li îdlibê qewimîn bêdeng bin. Me li terorîstên ku êrîşî leşkerên me kirine hesab pirsî. Em ê wekî berê ji kesên ku zarokên me şehîd kirine jî hesabê vê yekê bipirsin.”

Li Îdlibê êrîşî leşkerên Turkiyeyê kiribûn. Fahrettin Altun bi van gotinan betrek nîşan da û got di pêşeroja Sûriyê de cihê Rejîma Esed tune ye.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun: “Cihê pêşeroja beşar esed ku destê xwe dirêjî alaya me kiribû, ne qesra serokatiya sûriyê ye. teqez wê biçe dîvana adeletê ya navneteweyî ya li laheyê ye.”

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, li Îstanbulê di “Yekemîn Foruma Medyayê ya Turkiye û Sûriyê” de axivi.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun: “Heke pêvajoya li ber sînorê me demildest neyê sekinandin, koçberiyeke nû û mezintir wê dest pê bike. Ev koçberî jî dê heya paytextên ewropayê biçe.”

Li qada Sûriyê kuştina rojnamegeran jî di rojeva Altun de bû.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun: “Li qada Sûriyê civaka navneteweyî gefa herî mezin a li dijî rojnamegeran wek deaş û hêzên rejîmê dibîne. Rêxistina terorî deaş’ê 64, hêzên rejîmê jî 556 rojnameger qetil kirine.”

Altun got, rojnamegerên Turkiyeyê yên ku li sînor wezîfeyê dikin jî tên hedefgirtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE