Altun: "Hedef û kozikên rejîmê tên lêdan"

Altun: Em bangî civata navdewletî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne

Altun: "Hedef û kozikên rejîmê tên lêdan"

Hemû hedef û qozikên rejîmê yên diyarkirî tên lêdan. Hedefên rejîmê ji beja û asîmanan tên bombekirin. Biryar di civîna li Beştepeyê de hat girtin. Serok Erdogan serokatiya civînê kir. Biryarên civîna ewlehiyê ji aliyê Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun ve hatin ragihandin.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun: "Dê qat bi qat bersiv bê dayîn rejîma nemeşrû ku berê çekên xwe da leşkerên me. "

Biryar piştî êrîşa xayîn a rejîmê li Beştepeyê di civîna ewlehiyê de hat dayîn.

Demildest jî hat tetbîqkirin. Hedef û kozikên rejîmê yên diyarkirî ji beja û asîmanan hatin bombekirin.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun: "Dê xwîna leşkerên me yên qehreman li erdê nemîne. çalakî û xebatên me yên li sûriyê heya ew destên ku dirêjî alaya me dibin neşikên, wê dewam bikin."

Serok Erdogan bi alîkar û sererkanên xwe re li Beştepeyê civiya.

Di civîna ewlehiyê de êrîşa xayîn a li Îdlibê hat nirxandin.

Bersivên wê bên dayîn û gavên hewce hatin axaftin.

Biryarên ku di civînê de hatin girtin jî ji aliyê Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun hatin ragihandin raya giştî.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun:"Di civînê de hat gotin ku rejîma esed ji kuştina bi sed hezaran sûriyeyiyan berpirs e. biryar hat dayîn ku qat bi qat bersiv bê dayîn rejîma nemeşrû ya ku berê çekên xwe daye leşkerên me yên ji bo maf û berjewendiyên xwe wezîfeyê dikin. di vê çarçoveyê de hêmanên me yên bombekirin û lêdanê yên beja û asîmanan li hemû hedefên diyarkirî yên rejîma esed dan û hêj jî li wan dixin."

Di serî de Îran û Rûsya bangî civata navdewletî hat kirin ku wezîfeya xwe bikin.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun:"Bi vê wesîleyê ji bo sûcên rejîmê yên li dijî mirovahiyê ben sekinandin, di serî de aliyên pêvajoya astanayê em bangî hemû civata navdewletî dikin ku wezîfe û berpirsyariya xwe bikin. Tiştên ku berê li rûanda û bosnayê çêbûbûn, îro li îdlibê çêdibin. Em nikarin ji bo vê çavên xwe bigirin û xwe kerr bikin. "

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE