Altun: Heta teror neqede em ê nesekinin

Serokê Ragihandinê yê Serokatiyê Fahrettin Altun, li ser medyaya civakî peyamek weşand.

Altun: Heta teror neqede em ê nesekinin

Serokê Ragihandinê yê Serokatiyê Fahrettin Altun, beriya ziyareta senatorê emerîkayî Graham, derbarê biryardariya Turkiyê ya li dijî terorê de xeber da. Altun got: “heta terora li bin sînorê me neqede, em ê nesekinin.

Serokê Ragihandinê yê Serokatiyê Fahrettin Altun, li ser medyaya civakî peyamek weşand.

Altun bi mesaja xwe re li ser êrîşên PKK/YPG, DEAŞ û FETÖ’yê yên li dijî Tirkiyê jî videoyek belav kir.

Di vidyoyê de, kronolojiya êrîşên li ser Tirkiyê û derheqê kesên ku di êrîşên terorî de jiyan xwe ji dest dane de, agahî tên dayîn.

Altun wiha dewam kir; “Ji 2015an û heta niha, zêdetirî 2 hezar kes bi destê rêxistinên terorî hatine şehîdkirin. Piraniya van êrîşan jî li Bakurê Sûriyê hatine plankirin.”

Altun got: “Gelê me di bin tesîra van êrîşan de ma. Heta ku edalet tecelî neke, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta terora li bin sînorê me neqede em ê ji doza xwe neyên xwarê.”

Her wiha Berdevkê Wezareta Karên Derve Hami Aksoy jî got: “Biryardarî û sekna Tirkiyê tesîr li ser qerara Trump a ji bo vekişîna ji Sûriyê çêkir.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE