Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê diyar kir, Îsraîla dagirker ku li Xezeyê ofîsên Associated Press û Al Jazeerayê kir hedef, derbe li azadiya çapemeniyê jî xist.
Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Îsraîl komkujî û sûcên şer didomîne. Îsraîla dagirker ku li Xezeyê ofîsên Associated Press û Al Jazeerayê kir hedef, derbeyê li azadiya çapemeniyê jî dixe. Ji bo ku komkujiyên xwe veşêre Îsraîlê li navendên çapemeniyê xist û ez lenetê li van êrîşên nemerd tînim."