''Amadehiyên me yên ji bona reformên di bi raya giştî ra em ê parve bikin''

Serok Erdogan: "Amadehiyên me yên ji bona reformên di warê aborî û hiqûqê da hatine wê astê ku em bi raya giştî ra parve bikin."

''Amadehiyên me yên ji bona reformên di bi raya giştî ra em ê parve bikin''

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK PartiErdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî kongreyên Duzce, Çorum, Amasya, Bartin û Karabukê ya Asayî ya 7emîn ya AK Partiyê bû.

Serok Erdogan: "Amadehiyên me yên ji bona reformên di warê aborî û hiqûqê da hatine wê astê ku em bi raya giştî ra parve bikin."

"AK Partî ne tenê 18 salên dawîn yên Tirkiyeyê înşellah wê salên dûr û dirêj bibe partiya pêşeroja Tirkiyeyê."

"Em wek kadroyên ku bi seferê ra mukellef in em bi dildarî xebitîn û Xwedê gelek serkeftinan kir nesîbê me. Înşellah wê ji niha û pê da jî bidome."

Serok Erdogan: "Bi Îtifaqa Cumhur ra em hê pêşva herin, hê xizmetê bikin û hê projeyên mezin çêkin."

 "Di têkoşîna Tirkiyeyê da ku ji diplomasiyê bigire heya aboriyê di gelek eniyan da dimeşîne em ê kesên ku avê dikişînin aşê dijberên me û di her firsendê da li cem biyaniyan welatê xwe gilî dikin tu wextî ji bîr nekin."

"Her kesên ku aqil û wijdana wan heye dibînin ku ji ewlehiyê bigire heya diplomasiyê Tirkiye ji ku derê hatiye ku derê."

 "Tirkiyeya ku ji bêbextî, êrîş û dafikan xilas bûye îro li herêma xwe û dinyayê hatiye rewşeke wisa ku hevsengê diyar dike."

 "Înşellah heya hilbijartinên 2023yan wek teşkîlatên partiyê, wek hikûmet û wek koma meclisê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin û careke din bi rûyekî pak û dilekî rehet serkeftî derkevin." 

 "Kesên ku heta niha sozên wan ew e ku Tirkiyeyê bibin 18 sal berê em ê cewaba xwe bi vîzyonên xwe bidin wan."

 "Emê li ser rêya xwe bimeşin, karê xwe binêrin û hewl bidin armancên ku me dabûn li ber xwe pêk bînin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE