"Amerîka tiştên ku nikare li welatê xwe bike, nikare ji bona welatekî din jî bixwaze"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir doza Brunsonê keşe dozeke hiqûqî ye û wiha got: "Daxwazên Amerîkayê yên pêvajoya darazê tune dihesibîne, helbet bi tu awayî nayên qebûlkirin"

"Amerîka tiştên ku nikare li welatê xwe bike, nikare ji bona welatekî din jî bixwaze"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniya ku da Reutersê da diyar kir ku Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqê ye û wiha got: "Doza Brunsonê keşe dozeke hiqûqî ye. Der heqê wî da pêvajoya darizandinê dewam dike. Daxwazên Amerîkayê yên pêvajoya darazê tune dihesibîne, helbet bi tu awayî nayên qebûlkirin. Amerîka tiştên ku nikare li welatê xwe bike, nikare ji bona welatekî din jî bixwaze."

Kalin destnîşan kir Amerîkaya ku di her firsendê da ji bona serxwebûna darazê pêşniyazan li Tirkiye û dewletên din dike û heta di bin gumanê da dihêle, balkêş e ku der barê dozeke dewam dike da şiroveyên kêfî û daxwazan dike û wiha dewam kir: "Kesek dema keşe yan jî alim be ev nayê wê meneyê ku mesûm û bêsûc e. Biryara di destê darazê da ye û tevî Amerîkayê divê her kes siyanetê nîşanî biryara daraza Tirkiyeyê bide. Heta niha rêgez ev bû û wê ji vir pê da jî wisa be."

Îbrahîm Kalin ji bona gotinên Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton diyar kir daxuyaniyên li ser rewşa aboriya Tirkiyeyê û mueyîdeyên dijî Qeterê rewşeke xirabtir nîşan didin û wiha got: "Ev gotin nîşan didin ku rêvebiriya Trump mutefîqekî NATOyê ji xwe ra kiriye hedefa şerekî aboriyê. Lê ev mesele tenê bi Tirkiyeyê sînorkirî nîne. Rêvebiriya Trump heta niha bi Meksîka, Kanada, Kuba, Çîn, Rûsya, Îran, Yekîtiya Ewropayê, Almanya û dewletên bi vî rengî ra ket nav şerekî wiha û mueyîdeyên ticaret û bacê ji bona şerekî ticaretê yê kurewî derxe, dixwaze biemilîne. Ev helwest him li gor rêgezên piyaseya serbest nîne û him jî dijî rêgezên Rêxistina Ticaretê ya Cîhanê ye."

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir Tirkiye naxwaze bi kesî ra bikeve nav şerekî aboriyê û wiha got: "Lê Tirkiye li hember êrîşên dijî aboriya xwe û dijî daraza bêdeng namîne û bira tu kes tiştekî wiha hêvî neke. Tirkiye li hember helwesta ku qedexeyan datîne û dixwaze ceza bike wê bi dinyayê ra hereket bike û bi her awayî menfeet û berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze."

Dîroka nûkirinê: 23 Tebax 2018, 11:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE